Artêşa Tirkiyeyê derbasî axa Sûriyeyê bû

23-07-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) -  Piştî şer û pevçûnên êvariya îro yên li parêzgeha Kilis a Bakûrê Kurdistanê li ser sînorê navbera Tirkiyeyê û Sûriyeyê, artêşa Tirkiyeyê derbasî nav axa Sûriyeyê bû û operasyonek pêk anî.

 

Li gor agahiyên Rûdawê, artêşa Tirkiyeyê piştî şer û pevçûnên îro yên di navbera serbazên tirk û çekdarên DAIŞê de li ser sînorê di navbera Tirkiyeyê û Sûriyeyê de, operasyonek li dijî çekdarên DAIŞê pêk anîn.

 

Li gor agahiyan, tîmeke 60 kesî ya artêşa Tirkiyeyê bi tank û çekên giran ve derbasî navçeya Eyaşe ya li nav axa Sûriyeyê bûn. Hat ragihandin, hêza taybet a artêşa Tirkiyeyê bi tankên xwe û çekên giran ve bi rêya gundê Elray derbasî nava 2 gundên ser bi navçeya Bab li aliyê Sûriyeyê bûn û li dijî çekdarên DAIŞê yên li vê deverê operasyonek pêk anîn.

 

Hat ragihandin, di encama wê operasyonê de çekdarekî DAIŞê hat kuştin û 5 otomobîln leşkerî yên DAIŞê jî hatin têkbirin.

 

Li gor agahiyan, piştî wê operasyonê, çekdarên DAIŞê yên li wê herêmê ber bi navçeya Cerablus ve reviyan.

 

Her du navçeyên Bab û Cerablus li ser sînorê navbera Tirkiyeyê û Sûriyeyê ne û di jêr desthilata çekdarên DAIŞê de ne.

 

Îro êvarê li ser sînorê navbera Tirkiyeyê û Sûriyeyê li sînorê parêzgeha Kilis a Bakûrê Kurdistanê şer û pevçûn di navbera çekdarên DAIŞê û leşkerên artêşa Tirkiyeyê de derket û di encam de efserekî artêşa Tirkiyeyê hat kuştin û 2 leşkerên din jî birîndar bûn.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst