Bi hinceta 1ê Gulanê 27 kes hatin girtin

23-05-2024
RÛDAW
Nîşan Stenbol 1ê Gulanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Stenbolê 27 kes bi îdîaya di xwepêşandanên 1ê Gulanê de êrişî polîsan kiriye bi biryara dadgehê hatin girtin.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, bi îdîaya ku di meşa 1ê Gulanê de êrişî polîsan kiriye biryara desteserkirina 39 kesan derxist.

Piştî biryarê di encama operasyonê de 20ê Gulanê polîsan bi ser çend navnîşanan de girt û 27 kes desteser kirin.

Piştî kar û barê yasayî 23ê Gulanê dadgehê ji bo wan 27 kesan bi hinceta êrişî polîsan kiriye biryara girtinê da.

Beriya niha jî bi heman îdîayê ku di xwepêşandana 1ê Gulanê de êrişî polîsan kiriye 46 kes hatibûn girtin.

1ê Gulana 2024an li parêzgeha Stenbolê gelek endam û nûnerên sazî, komele, sendîka û partiyan ji bo pîrozkirina Roja Karker û Kedkaran a Cîhanî xwestibûn biçin Qada Taksimê.

Lê hêzên ewlehiyê, Qada Taksimê dorpêç kirin û rê nedan ti kes derbasî qadê bibe.

Gelek endam û nûnerên rêxistinên sivîl ji bo ku ber bi Taksimê ve bimeşin li Kolana Barbarosê ya li navçeya Beşiktaşê kom bûn.

Polîsan rêgirî li kesên ku ber bi Qada Taksimê ve meşiyan kir û  xwepêşander desteser kirin.

Wê demê di navbera polîs û xwepêşanderan de alozî derketibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst