CHP: Bila roja 21 Adarê bîbe betlane

22-12-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Enqere (Rûdaw)- Partiya dijbereya Tirkiyeyê CHPê ji bo çareseriya pirsgirêka kurdan pêşniyariya yasayê da.

 

Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Sezgin Tanrikulu li ser navê partiya xwe bi mebesta çareserkirina pirsgirêka kurdan pêşniyariya yasayê da Parlamentoya Tirkiyeyê.

 

Herwiha hat diyarkirin ku divê hikûmet di çarçoveya çareserkirina pirsgirêka kurdan de dest ji hewldanên ewlekariyê berde û hat xwestin ku  “Encumana Ramanên Hevbeş û Rêkeftina Civakî” bê avakirin.

 

Pêşniyarên sereke ev in:

 

-Di hilbijartina giştî de benda hilbijartina bibe ji sedî 3.

 

-Alîkarî ji bo hemû partiyên siyasî bê dayîn.

 

-Navê gund, bajarok û navçeyan ên ku hatin guhertin ligel navê nû bên bi kar anîn.

 

-Lêkolîna bûyera Dersîmê bê kirin.

 

-21e Adarê weke cejan Newrozê bê pesendkirin û ew roj bibe betlane.

 

-Navê Hrant Dink li Stenbol kolanekê bê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst