Galeriya wêneyan

22-09-2023
15 Photos
Abdulselam Akinci

13emîn Festîvala Zebeşan a Amedê îro bi çalakiyên curbicur li Qada Şêx Seîd dest pê kir.

Festîvala ku ji aliyê Parêzgariya Amedê û Şaredariya Bajarê Mezin a di bin rêveberiya qeyûm de tê organîzekirin.

Festîval di demjimêr 15:30an de bi meşeke heta Qada Şêx Seîd dest pê kir.

Di çarçoveya festîvala ku îsal cara 13emîn e ji bo danasîna Zebeşên Amedê tê kirin de di navbera xwendekarên lîseyê de pêşbirka xwarina zebeşan hat lidarxistin.

Herwiha zarokên di navbera 8-15 salî de pêşbirka gêrkirina zebeşan kirin.

Di çarçoveya festîvalê de cotkarê ku li Amedê zebeşa herî baş berhem aniye hat hilbijartin.

Di çarçoveya festîvala îsal de zebeşê Adil Aydin ê 36 kîlo û 900 gram bû yekemîn û wî ji Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç xelata 20 hezar lîreyên Tirkî wergirt.