Berdevkê Erdogan: Medyaya navdewletî ji aliyê PKKê ve tê xapandin!

22-08-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Serokomarê Tirkiyê, Îbrahîm Kalin bi tundî êrişî medyaya navdewletî kir û got, PKK wan dixapîne û dike şirîkên “şerê xwe yê gemar”.

Berdevkê Erdogan, Îbrahîm Kalin di nivîsa xwe de ku ji aliyê rojnameya Daily Sabahê de hatiye weşandin, diyar kiriye ku PKK di heyama 2.5 salên dawiyê de her gav hêcet aniye û nexwestiye çekan deyne, niha jî bi şerê DAIŞê raya giştî ya navdewletî dixapîne û dixwaze bi vê yekê xwe rewa nîşan bide.

Îbrahîm Kalin bi tundî êrişî medyaya navdewletî kiriye û gotiye, rojname û saziyên medyayê yên cîhanî yên mîna BBC, Guardian, Reuters, Times û New York Times jî tên vê lîstoka PKK û ji aliyê wê rêxistinê ve tên xapandin.

Wî rayedarê dewleta Tirk hişyarî daye wan saziyên medyayê û gotiye, divê ew neyên xapandin û nebin beşek ji şerê gemar ê PKKê.

Berdevkê Erdogan êrişî PYDê jî kiriye û gotiye, PYD di şer de zarokan bikar tîne û guvaşê li kurdên neyarên xwe dike lê medyaya cîhanî vê yekê nabîne.

Di dawiyê de Îbrahîm Kalin gotiye, Tirkiye dê li aliyekî şerê PKKê bike û li aliyê din jî reformên siyasî û aborî bike. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst