Erdogan li Aksaray pêşwazî li Mehsûm kir

22-04-2015
RÛDAW
A+ A-

Enqere (Rûdaw)- Serokomarê Tirkiyeyê, Recep Teyyip Erdogan li Koşka Aksaray pêşwazî li Serokomarê Iraqê, Fûad Mehsûm kir. Herwiha biryar e ku Mehsûm piştî nîvro ligel Serokwezîrê Tirkiyeyê, Ahmet Davûdoglu jî bicive.

Peyamnêrê Rûdawê li Enqerê ragihand ku Erdogan wê li koşka serokayetiyê (Aksaray) pêşwazî li Fûad Mehsûm kir û niha herdu alî di civînê de ne.

Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku biryare saet 12:45 Fûad Mehsûm û Erdogan kongreyeke rojnamevaniyê lidar bixin û encamên civîna xwe rabigihînin.

Mehsûm û Erdogan rewşa ewlehiyê ya navçeyê û pirsa terorê dinirxînin, herwiha pêşxistina pêwendiyên di navbera herdu welatan de di warê siyasî û aborî de.

Peyamnêrê Rûdawê li Enqerê herwiha got, Serokomarê Iraqê wê seat 15:00 ligel Serowkezîrê Tirkiyê jî bivive.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst