HDPê û EMEP bihev re beşdarî hilbijartinan dibin

22-02-2015
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Kedê (EMEP) biryar dan bihev re beşdarî hilbijartinên 7ê Hezîranê bibin.

 

Li ser zarê Hevserokên HDPê Selahattin Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û Seroka Giştî ya EMEPê Selma Gurkan daxuyaniyek hat weşandin û têde wiha hate gotin: “Emê ji bo Tirkiyeyek demokratîk û birayetiya gelan, bihev re hewl bidin.”

 

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku rewşa Tirkiyeyê ya siyasî û civakî bandorek krîtik li hilbijartina dike û wiha didome:

 

“Qanûna hilbijartinan û benda ji sedî 10 a hiljartinan li gorî pivanên demokrasiyê kêmasiyek mezin in. Ji xeynî wan Hikûmeta AK Partiyê, Paketa Ewlekariya Navxwe jî êxist rojeve û ev yek jî dibin sedema ku welêt ber bi xeteriyan ve diçe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst