Li Mugla û Erzînganê 108 koçber hatin desteserkirin

21-12-2023
RÛDAW
Nîşan Mugla Erzîngan Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li sînorê navçeya Bodrumê ya Muglayê ya Tirkiyê, di nav Derya Egeyê de 89 koçberên ku dixwestin biçin Ewropayê hatin desteserkirin.

Herwiha li parêzgeha Erzînganê ya Bakurê Kurdistanê jî 19 koçberên Efxan hatin desteserkirin.

Li Tirkiyeyê di demên dawî de zextên li ser koçberan zêde bûne û hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li bajarên hevsînorê Yunanistanê û li nav Derya Egeyê kontrolên xwe zêde kirine.

Li gorî daxuyaniya Fermandariya Ewlehiya Peravan a Tirkiyeyê, li sînorên navçeya Bodrumê li nav Derya Egeyê di nav 3 beleman de 89 koçber hatin desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê her 89 koçber piştî karên fermî radestî Rêveberiya Îdareya Koçê ya Muglayê kirin.

Herwiha di operasyonê de welatiyekî Tirkiyeyê jî bi hinceta “qeçaxçîtiya koçberan” hat desteserkirin.

Li aliyê din li parêzgeha Erzînganê jî di nav minîbusekê de 19 koçberên Efxan hatin desteserkirin.

Di operasyonê de 2 welatî jî bi hinceta “qeçaxçîtiya koçberan” hatin desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê ew veguhastin Dadgeha Erzînganê.

Dadgehê derbarê S.K. de biryara girtinê da û kesê bi navê A.O. jî bi şertê kontrola dadî hat berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst