Rojnameyên Tirkiyê – HDPê ji tirsa êrişa xwekujî mitîng betal kir

21-10-2015
RÛDAW
A+ A-


Stenbol (Rûdaw)- Rojev ji hev cihê ye. Li ser teqîna Anqara û şopên wê, dîmenên nû belav bûne. Di bangeşeya hilbijardinê de, gotinên Davudoglu li Wanê ku wek “gef” tên ragihandin, eger hat û nebin deshelat dê çawa dîsa kuştinên hêzên nuxumandî dest pê bikin. Daxuyaniyên Demîrtaş li ser nîşaneyên koalîsyonekê  û îhtîmala daxilbûna HDPê bi vê hêzê, yek ji mijaran e. Herwiha ji Sûrî hatina pêleke nû ya koçberan jî li rojevê ye.


MILLIYET


Bi Esad re nabe.
Davudoglu, mesele ne ew e ku ligel Esad ev pêvajo çawa derbas bibe, îş ku rêyek peyda bibe bi awayekî Esad bê daxistin.
Li gor plana 9 dewletan dê di nav 6 mehan de Esad ji rayedariyên xwe bihata pakirin heta yekî nû bihata şûna wî.

Rûsya ji Sûrî derbas nabe lê kare destê xwe ji Esad bişo.
- Êlekên bi bombe li Sûrî li xwe kirin. Ferman ji navenda DAIŞ ya li Sûrî hat ragihandin, rêkarî li Dîlokê dest pê kir.
- Kilicdaroglu, eger Davudoglu bixwaze karim wê belgeyê bişînim jê re ku di destê emniyetê de ye û nîşan dide teqîna Anqara ji alî Ensarul Şerîa ve hatiye pêkanîn.


HURIYET


Pêla Helebê.
Hêzên Esad 5 roj in bi alîkariya Rûsya bomba dibarîne bi ser Helebê de, ji herêmê bi hezaran kes dan ser rêya koçberiyê.

 

CUMHURIYET


Dê li Dîlokê jî xwe biteqandana.
Sedemê betalkirina mitînga HDP ya li Dîlokê, agahiya teqîneke duyemîn bû li vî bajarî. Xwekuj dê 18 ê Cotmehê çalakiyeke din ya xwekujiyê pêk bianîna di mitînga HDPê de.
HDP ji bo dîsa xelk neyên kuştin di 15ê Cotmehê de hemû mîtîngên xwe betal kirin.
- Demîrtaş, piştî hilbijardinê em amade ne di koalîsyonekê de cî bigrin. Ligel CHP jî dibe AKP jî dibe.
- Piştî teqîna Anqara dengên AKP hinekî bilind bûn dibêje kompaniya rapirsiyê ya Gezîcî. Xelk ji bo aramiya aborî be jî dê here ser sindoqan.
- Davudoglu li Wanê bi gefan deng xwest: Eger em ji deshelatê dûr bikevin dê kuştinên fail mechûl dîsa dest pê bikin.



TARAF

 

“Ev pîsîtî paqij nabe.”

Axaftinên Abdullah Gul li nav AKPê bû sedemê galegalê. Deh roj man ji hilbijardinê re ji nav AKP dengên cîyawaz bilind dibin.

Dengoyên ku ji nav AKP dê partiyeke nû biafire herku diçe zêde dibin. Weke ku Baxçelî jî got di meclîsê de partiyeke pêncemîn jî mûmkîne, balê kişand ser derdorên nêzîkî Abdullah Gul di nav AKPê de.

Demeke tê axaftin ku dê Gul partiyeke nû ji nav AKPê derxe û serpereştiya wê bi xwe bike.



GUNDEM


Rêxistina terorê AKP ye.
Ligel biryara KCKê ya bê çalakiyê, AKP şer dide pêş. Hevkariya DAIŞ dike, êrişî goristan û îbadetxaneyan dike, li hember HDPê derdorên demokratîk zêdegavî û zimandirêjiyan dike.


AKŞAM


Maske daket PKK xuya kir.
Birayê hevserokê PYDê Mistefa Mislim, PKK ye ya ku PYDê ava kir. Mislim, PYD ancax % 10 ê kurdên Rojava temsîl bike lê ji ber ku çekdar in deshelatiyê dikin û ragihandina navneteweyî jî baş bi kar tînin. PYD qet rê nade dengên muxalif li hember wan bilind bibin.. Bi rêya bazirganan jî bi dizî neftê difroşe hêzên rêjîma Esad.


STAR


Davudoglu, emê proseya aştiyê jî bidomînin, têkoşîna li dijî terorê jî.
- Xiyaneta Anqara. Ragihandina nêzîkî Gulen agahiyên nihênî yên li ser teqîna Anqara da bi destê ragihandina nêzîkî Dogan, çawa ku li ser saytên xwe ev agahî belav kirin, 9 kesên bi guman di cî de reviyan. Polîsên hêza paralel xwestin dewletê bê keys bihêlin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst