Rapora Rewşa Awarte ya CHPê: Lingê siyasî yê darbeyê nehat darizandin, dadgeh tejî bûn

21-07-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê ku rapora bi navê “Tirkiye Di Çaremîn Sala Darbeya Sivîl” de amade kiriye, rejîm bi darbeya sivîl veguheriye rejîma takekesî.

Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Gokçe Gokçen, di çaremîn salvegera rewşa awarte de ku piştî hewldana darbeya 15ê Temûzê di 20ê Temûza 2016ê de hat ragihandin û 7 caran hat dirêjkirin, raporteke berfireh amade kir.

Gokçen dide zanîn ku pêkanînên rewşa awarte heta îro jî berdewam in û êdî wek darbeya sivîl lê hatiye û dibêje: “Bi darbeya sivîl li Tirkiyê, bi awayekî berfireh maf û azadî hatin binpêkirin, erkê yasadanînê hat desteserkirin û rejîm veguherî rejîma takekesî ya çewsêner.”

Raport bi kurtî wiha ye:

 “Piştî hewldana darbeya 15ê Temûzê derbarê rêxistin û pêkhateya Cemaeta Gulen de gelek pirs hebûn ku bersiva wan bê dayîn. Li saziyên mîrî zêdeyî 125 hezar kes hebûn ku têkiliya wan ligel Cemaetê hebû, lê desthilatê nexwest lingê siyasî yê vê cemaetê derkeve ku wê ew damezrandibûm.

Kar û xebatên Komisyona Lêkolîna Darbeya ya Parlamentoya Tirkiyê hatin rawestandin û rapora komisyonê ji parlamento û raya giştî hat veşartin. Li serdozgeriyên komarê hejmara dosyayên giliyan ku 2018ê 89 hezar û 817 bû, ev hejmara sala 2019ê gehişte 207 hezar û 408 dosyeyan. Hejmara giştî ya dosyayên ji serdozgeriyên komarê re hatibûn ku di 2015ê 7 milyon û 183 hezar û 574 bûn, di 2018ê de derket 9 milyon û 252 hezar û 208an.

Di hundirê salê de hejmara dosyayên li dadgehên ceza hatine vekirin ji 2016ê û heta niha 356 hezar û 343 zêde bûne. Di sala 2016ê de ku ev hejmar 1 milyon 328 hezar û 140 bû di 2017ê de 1 milyon û 421 hezar û 877, 2018ê 1 milyon û 601 û 160, di 2019ê de jî 1 milyon û 684 hezar û 483 bûye.

Cezayên zîndanîkirinê ji sedî 57 zêde bûn. Biryarên cezakirinê yên li dadgehên ceza hatine dayîn ku di sala 2016ê de 1 milyon û 429 hezar û 851 bûn, ev hejmar di sala 2019ê bo 2 milyon û 82 hezar û 514an. Cezayên zîndanîkirinê ji sala 2016an ve ku rewşa awarte hat îlankirin ji sedî 57 zêde bûn.

Li gor salan hinek corên tawanan ku biryar li ser wan hatiye dayîn.

Tawanên dijî sîstema destûrî:

-        2015 û berî wê – Hezar û 395

-        2016 – 3 hezar û 287

-        2017 – 25 hezar û 381

-        2018 – 38 hezar û 607

-        2019 – 44 hezar û 178

Tawanên dijî mal û milk:

-        2015 û berî wê – 52 hezar û 432

-        2016 – 27 hezar û 567

-        2017 – 71 hezar û 079

-        2018 – 204 hezar û 256

-        2019 – 202 hezar û 198

Tawanên dijî bedena mirov:

-        2015 û berî wê – 22 û 704

-        2016 – 23 hezar û 453

-        2017 – 60 hezar û 554

-        2018 – 225 hezar û 004

-        2019 – 191 hezar û 974

Tawanên dijî rewîşta giştî:

-        2015 û berî wê – 2 û 289

-        2016 – Hezar û 140

-        2017 – 3 hezar û 446

-        2018 – 12 hezar û 800

-        2019 – 11 hezar û 948

Tawanên di çarçoveya Yasaya Têkoşîna Dijî Terorê:

-        2015 û berî wê – Hezar û 216

-        2016 – Hezar û 307

-        2017 – 2 hezar û 558

-        2018 – 6 hezar û 539

-        2019 – 9 hezar û 335

Di serdema rewşa awarte de bi biryarên di hikmê qanûnê de rutbeya-pileya 3 hezar û 213 kesan ji wan hat standin, peywendiya 270 xwendekarên derveyî welat ji xwendekariyê hat qutkirin, 2 hezar û 761 sazî û komele hatin girtin, 125 hezar û 678 hezar kes ji kar hatin dûrxistin.

22ê Kanûna 2017an de 126 hezar û 300 kesan serî li Komisyona Pêdeçûna Pêkanînên Rewşa Awarte dan. Komisyonê, heta 3ê Temûza 2020an biryar li ser 108 hezar û 200 serlêdanan da. Ji van 96 hezar hatin redkirin, 12 hezar û 200ê wan hatin qebûlkirin.

Danîna qeyûman bo şaredariyan û dûrxistina serokên şaredariyan bû wek karekî ji rêzê. Ji 65 şaredariyên HDPê qeyûm bo 51 şaredariyan hatin danîn. Serokên şaredariyên 4 bajarokan ên ser bi CHPê ji kar hatin dûrxistin.

Di serdema rewşa awarte de 30 biryarên di hikmû qanûnê de hatin derxistin. Gelek yasa hatin guhertin. Guhertina herî girîng jî guhertinên di Destûra Bingehîn de bûn ku 2017ê hat kirin. Bi destûra nû serdemeke bêdestûr hat avakirin, ji hev cudabûna desthilat, birêvebirin û darazê bi temamî ji holê hat rakirin. Mafê parastinê bi awayekî sîstematîk hat binpêkirin.

Li gor Endeksa Azadiya Medyayê ya Cîhanê, Tirkiye di salên 2018 û 2019an de ji 180 welatan di rêza 157 û di 2020ê de ji 180 welatan di rêza 154an de cih girt. Li gor Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyê, niha 76 rojnameger û medyakar di girtîgehan de ne.

Li gor endeksa Freedom House Tirkiye, di 2017ê de di ser 100î re bi 38 puanan ku di kategoriya “Hinekî Azad” bû, 2020ê bi 32 puanan ket kategoriya “Ne Azad e”.

Di sala 2016ê de ji 88 biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê yên derbarê Tirkiyê de 77 biryar, ji 116 biryarên sala 2017ê 99 biryar, ji 146 biryarên sala 2018ê 140 biryar û herwiha ji 113 biryarên sala 2019ê jî 96 biryar li dijî Tirkiyê gihişte encam.

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê di dozên Selahattin Demirtaş û Osman Kavala de li gor 18emên maddeya Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê biryara binpêkirinê da û ragihand ku li Tirkiyê dadgeh biryarên siyasî didin û desthilata dewletê xirab bikar tînin.

Di heman demê de kuştina jinan jî zêde bûye. Di 2015an de ku 303 jin hatibûn kuştin, 2016ê ev hejmare derket 328an, 2017ê 409, 2018 440 û 2019ê jî 474 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst