Sînan Ogan: Me rê neda ku HDP û HUDAPAR siyaseta Tirkî dîl bigirin

21-05-2023
RÛDAW
Nîşan Sînan Ogan Hilbijartin HDP HUDAPAR
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berbijêrê Serokkomariyê yê Hevpeymaniya ATAyê Sînan Ogan di daxuyaniyeke xwe ya ku ji 11 xalan pêk tê de li ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir û anî ziman, “Me rê neda ku HDP û HUDAPAR siyaseta Tirkî dîl bigirin.”

Sînan Oganê ku di hilbijartinên Serokomariyê yên 14ê Gulanê de bi ji sedî 5,17ê dengan bû sêyemîn, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî 11 xal parve kirin.

Ogan diyar kir ku wan nîqaşên "partiyên kilîl" ên li ser HDP ji holê rakir, neteweperestên Tirk xistine pozîsyoneke sereke û got, “Me dengdêrê neteweperestê Tirk ku wek yedek diha dîtin, dîsa xiste navenda siyasetê.”

Ogan destnîşan kir ku ew dikarin rojeva sereke ya hilbijartinên serokomariyê diyar bikin û got, “Me wisa kir ku berbijêrên ku derbasî gera duyem bûne xwe bi gotinên me ve girê bidin.”

Sînan Ogan ê ku hîn eşkere nekiriye ku ew dê di gera duyem de pişta kîjan berbijêrî bigire, di parvekirina xwe de taga "#OAnGeliyor/EwDemTêye" û "#Duşem" bi kar anî.

Çend xalên ku Ogan di parvekirina xwe de bal kişande ser:

“Me Neteweperestiya Tirkî û Ataturkîbûn kir yek rojevên sereke yên welêt.

Me dengdêrê neteweperestê Tirk ku wek yedek diha dîtin, dîsa xiste navenda siyasetê.

Me rê vekir ku girseya dengdêrên neteweperest ê xurt li Tirkiyê bê dîtin, vê helwestê hîşt ku girseya neteweperest berfireh bibe.

Me wisa kir ku berbijêrên ku derbasî gera duyem bûne xwe bi gotinên me ve girê bidin, me dît ku siyaseta ku 'naxwaze me li ber çavan bigire' û 'hewceyî hejmartinê jî nabîne' ev tevgera me dest pê kiriye hesab dike.

Me rê neda ku HDP û HUDAPAR siyaseta Tirkî dîl bigirin.

Me di mijarên wekî xalên destûrê yên nayên guhertin, li ser Tirkbûnê hişyariyek ava kir.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst