Ji bo hilbijartinan kîjan partî çi qas budce werdigire?

21-04-2018
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Propaganda Budce
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Hikûmeta Tirkiyê 547 milyon lîreyên tirkî weke budceya propagandaya hilbijartinan ji bo her çar partiyên siyasî yên li nav Parlementoya Tirkiyê terxan dike. HDP dê ji vê budceyê 60.4 milyon lîre werbigre.

 

Li gor yasaya budceya sala 2018an a Tirkiyê, ji xezîneya dewletê 821 milyon û 100 hezar lîre ji bo budceya partî û aliyên siyasî yên li nav Parlementoya Tirkiyê hatiye terxankirin. Ji vê budceyê 547 milyon lîre ji bo propagandaya hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an hat destnîşankirin. Dabeşkirina budceyê li gor rêjeya dengên ku partiyên siyasî wergirtine ye, ji ber vê yekê, ji budceyê herî zêde AK Partî û herî kêm jî HDP sûd werdigre.

 

Budceya ku ji bo partiyên siyasî hatiye dabeşkirin bi vî awayî ye:

 

AK Partî: 278 milyon lîre

CHP: 142.2 milyon lîre

MHP: 66.8 milyon lîre

HDP: 60.4 milyon lîre

 

Roja înê (20-04-2018) Parlementoya Tirkiyê projebiryara hilbijartina pêşwext pesend kir. Li gor biryarê 24ê Hezîrana îsal hilbijartinên serokomarî û parlementoya Tirkiyê dê werin kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst