Rewşa zimanê kurdî li Bakurê Kurdistanê: “Şermezarî ye!”

21-02-2016
RÛDAW
Zimanê kurdî
Zimanê kurdî
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Mamosta û pisporên zimanê kurdî dibêin, ji bo zimanê kurdî zindî bimîne divê zimanê kurdî di tevahiya warên jiyanê de were bikaranîn. Mamostayê zanîngehê Dr. Ferhad Pîrbal jî dibêje, rewşa kurdî li Bakurê Kurdistanê şermezarî ye.

 

Îro, 21ê Sibatê, Roja Zimanê Dayîkê ye. Peyamnêrê Rûdawê Mihemed Izedîn bi vê helkeftê, raporek li ser rewşa zimanê kurdî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê amade kiriye.

 

Xwedanê çapxaneya Avesta û pisporê zimanê kurdî, Ebdulla Keskîn li ser rewşa zimanê kurdî ji Rûdawê re got, zimanê kurdî rastî êrişên mezin hatiye û pir hatiye texrîbkirin. Ji bo ku bikeve rêza zimanên din, hinek tişt pêwîst in. Yek ij wan rêyan ew e ku kurdî di tevahiya warên jiyanê de were bikaranîn…

 

Mamostayê zanîngehê Dr. Ferhad Pîrbal, li ser rewşa zimanê kurdî li Bakurê Kurdistanê ji Rûdawê re got, dema mirov diçe Diyarbekirê, piranî bi tirkî dipeyîvin. Dema kurdekî Rojhilatî diçe Bakur wisa dizane li Japonya ye! Ev, şermezarî ye…

 

Dr. Ferhad Pîrbal diyar kir ku ji ber wê jî daxwaziya kurdên Bakur ji bo perwerdeya zimanê kurdî, pir girîng û lazim e. Dewleta Tirkiyê jî divê li ser vê yekê bifikire…

 

Yekemîn medreseya kurdî, sala 1908 li bajarê Stenbolê hat vekirin. Zimanê kurdî, 4 salan piştî damezirandina komara Tirkiyê, hat qedexekirin.

 

Li ser daxwaza perwerdehiya kurdî, Ebdullah Keskîn got, kurdên alîgirên hemû partiyên siyasî, çi AKP, çi HDP û hwd… heta cerdevan jî perwerdehiya kurdî dixwazin lê gelo amadekariyên wan ji bo vê yekê çiqas e, cihê gumanê ye…

 

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, tenê li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê kurdî tê xwendin, ew jî her sal tenê 23 şagirdan werdigire…

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst