Keştiya koçberan binav bû

20-12-2016
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li navçeya Ayvalik a Balikesirê li nêzîk girava Madenê keştiya ku 13 kes têdebûn binav bû û 5 kes xeniqîn.


Qeymeqamê Ayvalikê Kemal Nazli ragihand li nêzîk girava Madenê penaberan binav bû.


Kemal Nazli diyar kir ku di encama bûyerê de 5 kes xeniqîne û 7 kes jî hatine rizgarkirin.


Nazlî da zanîn li ser bûyerê hêzên bi ser Fermangeha Ewlekariya Deryayî ya Tirkiyê ve çûne cihê bûyerê.


Bi gotina kesên hatine xilaskirin di keştiyê de 13 kes hebûn.


Qeymeqamê Ayvalikê wiha got: “Di encama bûyerê de 4 zarok û jinek xeniqîne û 7 kes jî hatine rizgarkirin. Kesek windaya û tîmên me lêdigerin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst