Pervin Buldan: Doza Kobaniyê ne hiqûqî ye, siyasî ye

20-09-2021
RÛDAW
Nîşan Doza Kobanî HDP Pervin Buldan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka HDPê Pervin Buldan, derbarê Doza Kobaniyê de got, ev doz ne hiqûqî ye û siyasî ye.

Çaremîn Rûniştina Doza Kobaniyê îro li Enqerê li 22emîn Dadgeha Cezayên Giran a Sîncanê destpê kir. Di Doza Kobaniyê de tevî hevserokên HDPê yên berê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag, 20 girtî bi tevahî 108 endam û berpirsên HDPê tên darizandin. Hevseroka Giştî ya HDPê Pervin Buldan û gelek siyasetmedar dozê dişopînin.

Doza Kobaniyê, bi astengkirina tevlîbûna rojnamevan û beşdarvanan destpê kir. Polîsan di demjimêrên sibehê de rêya girtîgehê girtin, piştî ku parêzer bi şanda dadgehê re axifîn rojnamevan û beşdarvan bo nav dadgehê hatin wergirtin. Selahattîn Demîrtaş ji Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê bi rêya SEGBÎSê beşdarî dozê bû.

Pervin Buldan, di navber dayîna dozê de axifî  û got, “Ev doz ne hiqûqî ye û siyasî ye. Em hevalê xwe bi tenê nahêlin. HDPyiyan hewl dan rê li bûyeran bigrin û berpirsên serekî yên bûyerê nayên darizandin."

Buldan got: “Me îro careke din dît ku di Doza Kobaniyê de hevalên me bi fermanan tên darizandin. Îdianameya dozê bi sedemên siyasî hatiye nivîsandin. Hevalên me wê demê dixwestin rê li ber bûyeran bigrin. Me wek HDPê ji bo derbarê bûyerên Kobaniyê de komîsyona lêkolînê bê avakirin dehan car serî li parlamentoyê da, lê serlêdanên me bi dengên AKP û MHPê hatin redkirin. Divê HDP bi tenê neyê hiştin. Girîng e ku hêzên demokrasiyê yên Tirkiye, alîgirên aştiyê û azadiyê li vê dozê xwedî derkevin. AKP dixwaze bi rêya vê dozê xwe paqij bike. Tawanbarên wê demê diyar in. Destê hêzên tarî di nav de hebûn. Hewldanên HDPê diyar in. Banga birêz Ocalan di vê mijarê de li meydanê ye. Dixwazin vê meseleyê bikin stûyê HDPê û xwe jê bişon. Em hevalên xwe bi tenê nahêlin, ez li vir careke din soz didim.”

Rûniştina çaremîn a Doza Kobaniyê dê heta 1ê Cotmehê berdewam bike.

Bûyerên Kobanî

Protestoyên Kobanî ku wek bûyerên 6-8ê Cotmehê jî tên binavkirin, 6-8ê Cotmeha 2014an ji aliyê HDPê û bi beşdarbûna xelkê Bakurê Kurdistanê hatibûn destpêkirin ku armanc ew bû dorpêça li ser Kobanî bi dawî bibe û xeteke mirovî ya alîkariyê li sînor bê vekirin.

Li gor raporta Komelaya Mafên Mirov a 7-12ê Cotmeha 2014an di encama van bûyeran de bi giştî 46 kesan canê xwe ji dest dabûn, 682 kes birîndar bibûn û 323 kes jî hatibûn desteserkirin. Herwiha li gor amarên ajansa fermî ya Tirkiyê, wê demê zirar gehiştibû hezar û 113 avahiyan jî.

Yekemîn rûniştina dadgehê li ser wê dosyayê piştî derbasbûna 6 salan di ser bûyeran re, roja 26ê Nîsana 2021ê li 22emîn Dadgeha Cezayên Giran a Sîncanê hatibû kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst