TOBB: Li Tirkiyê di 7 mehan de zêdeyî 12 hezar kompanya hatine girtin

20-08-2022
RÛDAW
Nîşan TOBB Îflaskirina Kompaniyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amarên Yekîtiya Ode û Borseyên Tirkiye (TOBB) Temûza îsal hezar û 662 û di 7 mehên destpêka îsal de jî hejmara kompanyayên hatine girtin 12 hezar derbas kiriye. Yekîtiya Ode û Borseyên Tirkiye (TOBB) amarên damezrandin û girtina kompanyayên Temûza 2022ê eşkere kirin.

Li gor amarên TOBBê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di Temûza îsal de li gor heman meha sala borî hejmara kompanyayên hatine girtin ji %53.7 zêde bûye û di vê mehê de hezar û 662 kompanyayên din hatine girtin. Herwiha hejmara kargehên bazirganî yên şexsî ku hatine girtin jî bi rêjeya %4.8 zêde bûye.

Di 7 mehên îsal de jî li gor 7 mehên 2021ê hejmara kompanyayên hatine girtin bi rêjeya %78.6, hejmara koperatîfên hatine girtin bi rêjeya %71.1 û hejmara kargehên bazirganî yên şexsî ku hatine girtin jî bi rêjeya %5.5 zêde bûye. Li gor amaran Temûza îsal  li gor meha Hezîrana heman salê hejmara kompanyayên hatine damezrandin jî bi rêjeya %37.7 kêm bûye.

Li gor amarên TOBBê di meha Hezîrana îsal de li gor meha borî hejmara kompanyayên hatine girtin ji %32 zêde bûye û derketiye 2 hezar û 640 kompanyayan. Di heman demê de hejmara kompanyayên hatine damezrandin jî bi zêdebûna ji %41.9an ji 9 hezar û 438an derketiye 13 hezar û 396 kompanyayan. Di Gulana îsal de 2 hezar kompanya hatibûn girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst