Encama rapirsiya hilbijartinên Tirkiyeyê

20-08-2015
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li Tirkiyeyê piştî îhtimalên avakirina hikûmeta hevpeymaniyê nema, Tirkiye ber bi hilbijartina pêşwext ve diçe û şirketên lêkolînan jî dest bi rapirsiya kirin.

 

Li gorî rapirsiya Şirketa Lêkolînê ORCê, di van mercan de hilbijartin li Tirkiyeyê bê kirin, AK Partî dê serê xwe bikare hikûmetê ava bike.

 

Rêvebirê ORCê Mehmet Murat Postekî îdia dike ku AK Partî dengên pê destê MHP û HDPê ve berdayîn dê vegerine û dengên ne hatîn bikar anîn jî bistîne. Li gorî Postekî rêjeya dengên AK Partiyê dê bi wî awayî zêde bibin.

 

Mehmet Murat Postekî wiha got: “Dengên AK Partiyê yên li Herêma Iç Anadolu çûyîn ji MHPê re û yên li Herêma Başûrêrojhilata Anadoloyê û Herêma Rojhilata Anadoloyê (Bakurê Kurdistanê) çûyîn ji HDPê re, niha dîsa bo AK Partiyê vegerane.”

 

Li gorî rapirsiyê encama dawiyê ew e:

 

AK Partî: 44,1

 

CHP: 26,8

 

MHP: 15,6

 

HDP: 10,7

 

Yên din: 2,8

 

Şirketa lêkolînê Andy-Ar jî beriya niha rapriseyeke kiribû.

 

Encama rapirsiya Andy-Arê jî bi vî awayî bû:

 

AK Partî: 42,8

 

CHP: 27

 

MHP: 15,9

 

HDP: 12,8

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst