Ji bo 249 karmendên Wezareta Derve ya Tirkiyê biryara girtinê derket

20-05-2019
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Wezareta Derve Karmend Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgeriya Giştî ya Enqerê biryara girtina 249 kesan da ku hemû jî li Wezareta Derve ya Tirkiyê kar dikin.

 

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Derve ya Tirkiyê ve hatiye dayîn, di çarçoveya 5 lêpirsînên cuda de hatiye zanîn ku peywendiya 249 karmendên wezareta bi Cemeata Fetulah Gulen re hebûye û Serdozgeriya Giştî Komarî ya Enqerê jî biryara girtina wan kesan derxistiye.

 

Li gorî zanyariyên ku hatine belavkirin, li 43 parêzgehên Tirkiyê operasyona girtina wan kesan hatiye destpêkirin.

 

Heya niha 78 kes hatine girtin û hewlên girtina kesên mayî jî berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst