Hewlêr (Rûdaw) – Namzedê HDPê yê hilbijartinên serokomariya Tirkiyê Selahattîn Demirtaş ragihand, ku eger were hilbijartin dê yekemîn karê wî ew be, ku dayikekê Kurd û yekê Tirk bîne ba hev ku zarokên xwe di şer de wenda kirine.
Selahattîn Demirtaş ji girtîgeha Edirneyê bersiv da pirsên saziya weşanê ya raya giştî ya Almanyayê WDRê û diyar kir, ku di şert û mecên girtîgehê de derfetên wî yên kampanyaya hilbijartinan pir kêm e.
Demirtaş da xuyakirin, ku ew bi riya parêzerên xwe nameyan dişîne derve û got: “Ji ber vê nedadperweriya mezin ez bi navê dengderên xwe xembar dibim. Lê weke kesayet morale min bilind e û ez bi hêz im.”
Li ser pirsa, “Gelo bêyî HDP, mûxalefet dikare li hember Erdogan serbikeve?” Demirtaş got: “Ne gengaz e ku bêyî HDPê ti aliyek serbikeve. Ji xwe rapirsî jî vê yekê eşkere dikin.”
Bi gotina Demirtaş eger bibe serokomarê Tirkiyê dê siyaseteke piralî û pir beşdarî peyrew bike û li welat sîstema parlamenteriya demokratîk û rêveberiyeke azadîxwaz saz bike.
Selahattîn Demirtaş diyar kir: “Emê Rewşa Awarte rakin û danûstanên li gel Yekîtiya Ewropayê ji nû ve dest pê bikin. Di siyaseta derve jî em ê aştîxwaz bin û di nav de pirasa Kurd çareser bikin. Ev pêngav dê kêrî aboriyê jî werin.”
Namzedê HDPê ev yek jî anî ziman, ku eger were hilbijartin yekemîn karê wî dê ew be, ku dayikekê Kurd û yekê Tirk yên zarokên xwe di şer de wenda kirine bîne ba hev û destê wan maçî bike, daxwaza niyazê ji wan bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse