Ehmed Turk bi Fethullah Gulen re hevdîtin pêk aniye

20-02-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, Parlamenterê Serbixwe yê Mêrdînê û Serokê Giştî yê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ehmed Turk, di dema serdana xwe ya Amerîka de bi rêberê tevgera Gulen, Fethullah Gulen re hevdîtin pêk aniye.

Li gorî ajansa DHA ya Tirkiyê, Serokê KCDê Ehmed Turk, ku roja 19ê Gulana par serdana Amerîka kiribû li wîlayeta Pensîlvaniya ya Amerîka bi Fethullah Gulen re hevdîtin pêk aniye.

Li gorî nûçeyê, di hevdîtina Turk û Gulen de cîgirê serokê BDPê Nazmî Gur jî amade bûye.

Di hevdîtinê de ku li ser daxwaza Fethullah Gulen çêbûye, li ser operasyonên KCKê, pêvajoya aştiyê hatiye axaftin û Ehmed Turk ji Gulen re wiha gotiye: “Di mijara operasyonên KCKê de Cemaet di bin gumaneke mezin de ye. Cemaet di dadgeh, asayiş û dozgeriyê de berpirsiyar tê dîtin. Hûn her çiqasî vê yekê qebûl nekin lê mirovên wir dibêjin ev karê Cemaetê ye. Eger pêwendiyên we bi vê yekê re nîne werin hûn bixwe vê yekê bêjin.”

Jixwe cîgirê serokê BDPê Nazmî Gur, beriya ku bi Ehmed Turk re serdana Amerîka bike li ser îhtimala hevdîtina bi Fethullah Gulen re wiha gotibû: “Ti hevdîtin di bernameya me de nîne lê eger tiştekî wisa bikeve rojevê emê binirxînin.”

Ehmed Turk di serdana xwe ya Amerîka de ku 5 rojan dom kiribû, bi derdorên nêzîkî hikûmeta Amerîka, senator, nûnerên saziyên sivîl û rojnamevanên wî welatî re li ser pêvajoya aştiyê li Tirkiyê û çareseriya pirsa kurd hevdîtin pêk anîbû.

Di dema serdana Turk a Amerîka de, Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan jî li Amerîkayê bû.

Ev serdan heta niha di medyayê de nehatibû eşkerekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst