Tirkiyê tehdîd kir: Nabe PYD tevlî wê civînê bibe!

20-01-2016
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davûtoglu ragihand, nabe Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) tevlî civîna “Jenêv 3” ya Sûriyê bibe.

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davûtoglu di kevana serdana xwe ya Brîtanya de, bi nûnerên rojnameyên wî welatî re rûnişt û bersiva pirsên wan da.

Davûtoglu derheqê civîna çareserkirina aştiyane ya kirîza Sûriyê, ku roja 25ê vê mehê li bajarê Jenêvê yê Swîsra tê lidarxistin, got, nabe PYD tevlî wê civînê bibe “çimkî PYD şirîkê rêjîma sûcdar a Esed e”.

Rojnameya Independent jî ragihandiye, “Serokwezîrê Tirkiyê Davûtoglu dixwaze kurdên Sûriyê li derveyî muzakereyên Sûriyê bihêle…Li gorî Davûtoglu, YPGa ku di çavên Amerîka de wek hêza herî bi bandor e li dijî DAIŞê, pir nêzîkî PKKê ye ji ber wê jî ji Tirkiyê re tehdîd e…”

Rojnameya Guardianê jî behsa wan gotinên Davûtoglu kiriye û ragihandiye, “Davûtoglu dibêje, li Tirkiyê 2.5 milyon koçberên Sûrî hene ji ber wê jî ti welatek bi qasî Tirkiyê mafdar nîne di wê civînê de. Heta Esed li Şamê be yek Sûrî jî nikare vegere welatê xwe…”

Guardianê daye zanîn ku Davûtoglu li ser PYDê jî wiha gotiye, “PYD neyara rastî ya rêjîma Esed nîne çimkî ew pir nêzîkî hev in û bi hev re hevkariyê dikin…”

Rojnameya Times jî bi vî rengî behsa daxuyaniyên Davûtoglu li ser PYDê kiriye, “Tirkiye dixwaze PYD li derveyî hevdîtinan bimîne û Kurdan veto bike ev jî hevdîtinên aştiyê yên Sûriyê dixe metirsiyê…”

Civîna “Jenêv 3” dê roja 25ê vê mehê li bajarê Jenêvê yê Swîsra were lidarxistin. Di civînê de nûnerên opozîsyona Sûriyê û rêjîma Beşar Esed bi navbeynkariya NY beşdar dibin û li ser çareserkirina aştiyane ya kirîza Sûriyê gotûbêj dikin.

PYD dê cara yekemîn wek beşek ji opozîsyona Sûriyê tevlî wê civînê bibe. Heta niha du caran civînên wisa hatine lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst