Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mêrsînê ya Tirkiyeyê, bi hinceta “endamtiya rêxistina tawanê” derbarê 17 kesan de biryara desteserkirinê hat dayîn.
Tîmên Şaxa Asayîşê ya Rêveberiya Ewlehiyê ya Mêrsînê, bi hinceta ku 17 kesan li ser navê rêxistina tawanê, êrişî hinek kesan kiriye û bazirganiya çekan kiriye dest bi operasyonê kir.
Operasyonê bi beşdariya 130 polîsî dest pê kir û dron hatin bikaranîn.
Polîs deriyên hinek malan şikandin û ketin hundirên malan.
Di operasyonê de 17 kes hatin desteserkirin.
Ev 17 kes şandin Rêveberiya Ewlehiyê ya Mêrsînê
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse