Li Stenbolê 2 polîs hatin birîndarkirin

19-09-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Fatîhê ya Stenbolê teqe li polîsan hat kirin û 2 polîs birîndar bûn.

Li gor medyaya Tirkiyê, li Taxa Nîşanca li ser gumanê tîmên polîs otomobîlek rawestandine û dema polîsan xwestine nasnameyan kontrol bikin teqe li polîsan hatiye kirin.

Hatiye ragihandin ku êrîşker reviyane û 2 polîs jî birîndar bûne. Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tendirûstiyê bo cihê bûyerê hatin şandin û polîsên birîndar bi ambûlansê bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Stenbolê hatin veguhestin.

Tê gotin ku bo girtina êrîşkeran polîsan dest bi kar û xebatan kirine û tîmên taybet li navçeyê tedbîrên ewlekariyê wergirtine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst