Kurdên Stenbolê pêşwaziya Newrozê dikin

19-03-2022
RÛDAW
Kurdên Stenbolê pêşwaziya Newrozê dikin
Kurdên Stenbolê pêşwaziya Newrozê dikin
Nîşan Kurdên Stenbolê Newroz Mûsa Pîroglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê beşek ji welatiyên Kurd bi helkefta nêzîkbûna Newrozê li ber stranên Kurdî ahengekê saz dikin.

Polîsan rê li ber ahenga wan girt. Musa Pîroglu parlamenterekî xwedî pêdiviyên taybet ê HDPê ye, ji ber astengiyên polîsan teyiba ku stranên Kurdî dibêje xistiye hemêza xwe de.

Parlamenterê HDPê Mûsa Pîroglu got "Ev desthilat ji kê ditirse û weke dijmin lê dinêre, hemû di nav şahiyên HDPê de hene. Ji ber vê yekê dixwazin şahiyên me qedexe bikin.”

Ji bilî HDPê û Partiyên Kurdan, partiyên çepgir ên Tirkiyê jî peyamên xwe hene û daxwazê ji xelkê dikin ku beşdariyê di ahenga Newroz Stenbolê dew bikin.

Berdevka Partiya Azadiya Civakî Perîhan Koca diyar kir "Niha dem dema serkeftinê ye dijî şer û desthilata zordar, dijî fêlbazên vê serdemê. Bila em bi hevre parastina aştiya gelan û bihara gelan bikin.”

Ahenga mezin a Newroza Stenbolê 20ê Adarê di demjimêr 11.00ê roja Yekşemê li qada Yenî Kapi bi beşdariya Hevserokê HDPê Mîthat Sancar destpêdike.

Tê çaverêkirin ku bi hezaran kes di ahenga Newroza îsal a Stenbolê de beşdar bibin. 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst