Li Hatayê piştevaniya saziyên sivîl xurt e

19-02-2023
Omer Sonmez
Li Hatayê Parka Dostaniyê bûye navenda piştevanî û alîkariyê
Li Hatayê Parka Dostaniyê bûye navenda piştevanî û alîkariyê
Nîşan Erdheja Mereşê Hatay Erdhej
A+ A-

Hatay (Rûdaw) - Li bajarê Hatayê ku ji ber erdhejê zirar û ziyaneke mezin gihiştiye wê; xelk û saziyên sivîl mil didin hev û van rojên giran bi hev re derbas dikin.

Parka Dostaniyê ku parkeke mezin e û li navçeya Defne ya Hatayê ye hejmarek navendên sivîl ên piştevanî û alîkariyê hatine avakirin. Xelkê mexdûr dikarin li wan navendan pêdiviyên xwe temîn dikin.

Ji xeynî mirovan, ajalên ku ji ber erdhejê bêxwedî mane û birîndar bûne jî nehatine jibîrkirin. Ji bo ajalên birîndar û bêxwedî Nexweşxaneya Sehra hatiye avakirin.

Li bajarê Hatayê ku erdheja navend Mereş bû zirar û ziyaneke mezin lê xistiye saet 23.00ê şevê ye, mamosteya sporê bi navê Nurten Bereket (28) mexdûra erdhejê ye, bi xwe re kûçikê qangal dibe nexweşxaneya ajelan ku bê dermankirin. Nurten a dilrehm, di roja duduyan a erdhejê de kûçikê pîr ku navê Pîtan lê kiriye, li kolana nêzî mala xwe di halekî nexweş de dibîne û xwedî lê derdikeve.

Mexdûra erdhejê Nurten Bereket dibêje: “Min ev kûçikê li kolana malê dît. Bi îhtimalek mezin ji tirsa hatibû û ji xwe re li xwarinê digeriya. Kûçikê min jî heye, min jê re jî mama deynand. Min biryar da ku ez xwedî lê derkevim. Dema ez lê dinêrim ez pir hestiyar dibim. Mirov nizane ka çi hatiye serî, bûye şahidê çi."

Nexweşxaneya Sehra ya Federasyona Mafên Ajalan Haytapê li navçeya Defne ya bi ser bajarê Hatayê li Parka Dostaniyê hatiye avakirin. Hejmarek veterîner û xwebexş li wê nexweşxaneyê ajalên birîndar ên erdhejê derman dikin û ajalên ku bêxwedî mane didin xwedîkirin.

Xwebexş Omer Semih Çelik dibêje: “Em ji bo mirovan jî, ji bo ajalan jî têdikoşin. Li vê derê armanca me ew e ku em ajalan rizgar bikin. Em ajalên bi çîp digihînin xwediyên wan. Yên bê çîp jî dibin Bursayê li çewliga ajalan bicih dikin."

Xwebexş Rojhat Demir jî got: “Me dît ku li nav kavilan û xaniyan gelek ajal mehsûr mane. Ji loma jî me ekîbek ava kir. Me heta niha 10 ajalan rizgar kir. Niha derdora 400 îxbar heye.”

Navçeya dîrokî ya Hatayê Antakya di rêza 4an de cih digre ku herî zêde xisara erdhejê lê ketiye. Xelkê Hatayê wek herêmên din ên erdhejê, di rojên ewil de ji ber tunebûna dewletê bi gilî û gazinc in. Ji loma jî ew bi saya partî, sazî û platformên sivîl tora piştevanî û alîkariyê damezrandine.

Endama Koordinasyona Partiya Karkeran a Tirkiyê (TÎP) Gizem Karakoçek jî dibêje: “Koordinasyona me ji bo hewcedariyên xelkê û gundên li derdorê ye. Li vir depoya cilûberg û xurekan û revîrek heye. Her wiha li vir derdora 500 xwebexşên me hene ku alîkariyan belav dikin.”

Endama Tora Parastinê ya Jinan Fulya Daglî jî got: “Ev 4-5 roj in ku emi vir in. Em li vir girîngî didin qada jinan û piştevaniya di navbera jinan de. Ji alikariya maddî wêdetir emdixwazin piştgirî bidin jinan.”

Ji xeynî dam û dezgehên fermî yên dewletê, bi sedan sazî û platformên civaka sivîl li herêmên erdhêjê û li Hatayê mînaka piştgirî û alîkariyê nîşan didin. Ev Parka Dostaniyê jî tam li gorî navê xwe bûye parka dostanî û piştevaniyê. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst