Vîdyo/ Xortê kurd, pasewanê Davûtoglu dîn kir: Faşo Davût!

19-01-2016
RÛDAW
Davûtoglu
Davûtoglu
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Li paytexta Brîtanya-Londonê, xortekî kurd, pasewanekî Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davûtoglu, ku dîmenên protestoyê dikşand, tirrane kir û jê re got, “Bikşîne ji Faşo Davût re bişîne!”

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davûtoglu duh çû Brîtanya û li Londonê bi Serokwezîrê wî welatî Davîd Cameron re hevdîtin kir.

Li pêşiya cihê civînê, komek kurd kom bûn û Davûtoglu protesto kirin.

Di vîdyoyekî de ku li ser Facebook û Twîtterê hatiye belavkirin, tê dîtin ku pasewanekî Davûtoglu bi mobayla (telefon) xwe wêne û dîmenên wan kesên ku tevlî protestoyê bibûn, dikşîne lê rastî berteka xortekî kurd tê.

Dema wî xortê kurd, gazî kir “Davûtogluu…Davûtogluuuu…” wî pasewanî avirekî tûj da wî xortê kurd lê wî xortê kurd jê re got:

“Ev der Îngiltere ye ne Tirkiyeya faşîst! dilê me çi bixwaze emê bikin…Vê bikşîne ji faşo Davût re bişîne!”

Li gorî hinek çavkaniyan, dewleta Tirk li dijî wî xortê kurd lêpirsîn daye destpêkirina!

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst