BÎLANÇO - Encamên hewldana darbeya leşkerî

18-07-2016
RÛDAW
Nîşan Darbe Bîlanço Darbeya Leşkerî Binalî Yildirim
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim ragihand di encama hewldana darbeya leşkerî de 232 kesan jiyana xwe ji dest dane.


Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim piştî civîna Desteya Wezîran derbarê amarên hewldana darbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê de daxuyanî da.


Binalî Yildirim wiha got: “Herçiqas ev hewldana darbeya leşkerî di bin sîwana TSK (Artêşa Tirkiyê) de hatibe encamdan jî, lê bi qasî misqalekê jî peywendiyên ewên ku ev hewldana darbeyê kirine, bi efser û leşkerên welatparêz re nîne.”


Yildirim wiha domand: “Di dema bergiriya li hemberî darbeyê de 208 kes şehîd ketin. 145 ji wan sivîl, 60 polîs û 3 leşker bûn. Herwiha hezar 491 kes jî birîndar bûn.”


Serokwezîrê Tirkiyê berdewamiya axaftina xwe de wiha got:


"24 darbekar hatin kuştin û 59 jî birîndar hatin girtin. 7 hezar û 543 kes hatin desteserkirin.”


Herwiha Yildirim ji bo piştevaniyê spasiya CHP, MHP û HDPê kir.


Piştî hewldana darbeya leşkerî Desteya Wezîran Yekem car kombû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst