Kemal Burkay: Di karnameya partiyan de bo çareserkirina pirsa Kurdî tiştek nîne

18-06-2018
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan HilbijartinTirkiye Kemal Burkay HAKPAR HPD Pirsa Kurdî
A+ A-

Enqere (Rûdaw) – Serokê berê yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Kemal Burkay got, di nav partiyên beşdarî hilbijartinan dibin de ti partiyekê di karnameya xwe de bo çareserkirina pirsa Kurdî qet tiştek negotiye.

 

Di bernameya “Çi Dixwazin” a Rûdawê de serokê berê yê HAK-PARê Kemal Bûrkay di derbarê karnameyên partiyên siyasî yên Tirkiyê de got ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdî ti girîngiyek bi çareserkirina pirsê nehate dayîn.

 

Kemal Burkay wiha got: “ Di nav van partiyên dikevin hilbijartinê de bi rastî qet di bernameya yekê de jî ji bo çareserkirina pirsa Kurdî tiştek nîne. Ne di bernameya AKP, ne ya CHP û yên din de tiştek nîne. Di nav wan de HDPê ku wek partiyeke Kurdan tê nasînkirin di bernameya wê de jî bo gelê Kurd tiştek nîne.”

 

Burkay ku endamê HAK-PARê ye derbarê çareserkirina pirsa Kurdî de wiha axifî: “HAK-PAR di vê hilbijartinê de 5 kesên serbixwe nîşan dide. HAK-PAR xwedî bernameyeke tekuz e anku çareseriya pirsa Kurdî li ser bingehîn wekhevî û wek federalî dibîne.

 

Di berdewamiya axaftina xwe de Burkay tekez kir ku eger kesek jî li parlamentoyaTirkiyê behsa doza Kurdî bike ew ji bo gelê Kurd sûd e, û wiha pê de çû: “HDPê di hilbijartinên borî de 80 kursiyên parlamentoyê bidest xist. Ew fersendeke gelek baş bû, lê mixabin wan siyaset nekirin, çûn xendeq kolandin, şer derxistin û ew 80 parlamenter jî di nav wan çalan de winda bûn. Herwiha 100 şaredarî di destê wan de bû, ew çi derfeteke mezin bû. Piştgiriya gel hebû û wan dema gazî xelkê dikirin tenê li Amedê nêzîk milyonekê kes derdiketin kolanan lê ew hemû derfet bedilhewa kirin.”

 

Derbarê encamên hilbijartinan de jî Burkay got: “Sedî sed em nikarin tiştekê bibêjin, lê xuya ye ku du îtifaq hene ew dê bikevin parlamentoyê lê ne diyar e kîjan alî dê zêdetir dengan bidest bixe. Ne diyar e Erdogan dê here yan jî bimîne, lê mesele ev nîne. Mesele ew e ku Tirkiye dê bikare bibe welatekî demokratîk.”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst