Erdogan sozeke nû da cotkar û esnafan!

18-05-2023
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan di Hevdîtina Sektora Veguhestina Stenbolê de behsa kar û xebatên desthilata partiya xwe kir û sozên nû ji bo hilbijartina 28ê Gulanê da. Erdogan got, “Em dê baca heyî kêm bikin da ku rewşa cotkar û esnafên me baştir bibe.”

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan roja Pêncşemê 18ê Gulana 2023an li parêzgeha Stenbolê beşdarî Hevdîtina Sektora Veguhestinê a Stenbolê bû.

Erdogan behsa kar û xebata 21 salan ya partiya xwe kir û amaje bi wê yekê da ku ew dê di dema pêş de jî ji wan karan zêdetir kar bikin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got, “Her ku Tirkiye mezin bibe, bihêz bibe û dewlemend bibe em dê bernameyan amade bikin daku çavkaniyên derbikevin bixin xizmeta xelkê. Piştî gaza xwezayî ya Deryaya Reş we dît ku me çi kar kirin. Ma me bo dema mehekê gaza xwezayî bê pere neda welatiyên xwe, belê. Ma me ne ragihand ku bo dema salekê li mitbexê %25 nirxê gazê kêm dikin.”

Erdogan her wiha bal kişand ser kar û xebatên derxistina gaz û neftê li Şirnex a Bakurê Kurdistanê û anî ziman, “Niha di rêzê de ku heye? Gabar, bi hêviya xwedê dema me gaza xwezayî ya Gabarê jî derxist dê xelkê me fêdê jê bibîne. Gaza li Gabarê ji ber wan terorîstên ku niha ligel Kiliçdaroglu mil bi milin bi salane nehat derxistin. Dema me ew gaza ku li Gabarê dîtiye derxist em dê hinek tiştên din jî bikin. Em dê bacê kêm bikin û ji bo rewşa cotkar û esnafên me baş bibe. Di warê mûçeyê kêmane û mûçeyên karmendan jî em dê heman gavan bavêjin.”

Di 14ê Gulanê de piştî ku berbijêrên hilbijartinên serokkomariyê yên Tirkiyê ji %50ê dengan bi dest nexistin hilbijartin ji bo gera duyem ma ku dê di 28ê Gulana 2023an de bê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst