Tirkiyê li Deryaya Egeyê 40 koçber desteser kirin

18-03-2023
RÛDAW
Nîşan Deryaya Ege Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Ewlehiya Peravên Tirkiyê ragihand, li navçeya Ayvacik a ser bi parêzgeha Çanakkaleyê 40 koçber hatin desteserkirin. Li gorî fermandariyê ew koçber ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Yunanistanê ve neçarî vegera Tirkiyê hatine kirin.

Li gorî daxuyaniya Fermandariya Ewlehiya Peravên Tirkiyê, sibeha 17ê Adara 2023an radara gerok a Fermandariya Ewlekariya Peravê ya Rojavayê peravên Ayvacikê 2 belemên lastîkî yên ku 40 koçber tê de bûn, dîtin.

Ewlekariya Peravê ya Tirkiyê dibêje, ew koçber ji aliyê hêzên Yunanistanê ve bi darê zorê bo avên Tirkiyê hatin vegerandin ku ew gihîştine hawara wan.

Piştî bidawîhatina rêkarên yasayî û pişkinînên pizîşkî, koçber radestî Rêveberiya Koç û Koçberan a parêzgeha Aydinê hatin kirin.

Li gorî amarên fermî, Fermandariya Ewlekariya Peravê ya Tirkiyê par 75 hezar û 785 caran lêgerîn kirine, 27 hezar û 980 koçber desteser kirine û 305 koçberên birîndar jî derman kirine. Her wiha 38 koçber dema ku dixwestin derbas bibin xeniqîne û 277 qaçaxç jî hatin girtin.

Li gor daxuyaniya Fermandariya Ewlehiya Peravê ya Tirkiyê, di sala 2021an de 49 hezar û 518 koçberan 1617 caran hewl dane ku ji Deryaya Egeyê derbasî Yunanistanê û welatên din ên Ewropayê bibin. Di encamê de 31 hezar û 587 koçber ji xeniqînê hatin rizgarkirin û desteserkirin, ji wan 355 kes birîndar bûn, 41 koçberan canê xwe ji dest dan û 293 qaçaxçî jî hatin desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst