Gultan Kişanak: Em nahêlin Cenêv2 bibe Lozana duyem

18-01-2014
RÛDAW
A+ A-

 

 

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Amedê yê Bakûrê Kurdistanê her wiha li bajarên Stenbol û Îzmîrê yên Tirkiyê meş û mîtîng hatin lidarxistin û ji Amerîka û Ewropa hat xwastin rê bidin kurdan da tevlî civîna Cenêv2 a çareserkirina aloziyên Sûriyê bibin. Hevseroka BDPê Gultan Kişanak jî ragihand, eger nehêlin Desteya Bilind û PYD bi awayekî serbixwe tevlî Cenêv2 bibin wê çaxê dê Lozanek din were serê kurdan.

 

Îro (18.01.2014) li bajarên Amed, Stenbol û Îmzîrê ji aliyê BDP û HDPê ve mîtîng û meş bo piştevaniya tevlîbûna kurdên Rojavayê Kurdistanê di civîna Cenêv2 hat lidarxistin.

 

Di mîtînga Amedê de, ku nûner û endamên partiyên siyasî, saziyên sivîl û bi hezaran welatî beşdar bibûn, Hevseroka BDPê Gultan Kişanak axaftinek kir û diyar kir, ew vê mîtîngê bo piştgiriya gelê Rojavayê Kurdistanê li dar dixin û ragihand, li Sûriyê tenê gelê kurd maye ser lingan ew jî ji ber tekoşîn û xebata xwe ye.

 

Gultan Kişanak, behsa civîna Cenêv2 a ku biryar e roja 22ê vê mehê li bajarê Cenêvê yê Swîsra were lidarxistin û tê de hemû aliyên Sûriyê beşdar dibin, kir û got, divê di civîna Cenêvê de kurd jî bi awayekî serbixwe beşdar bibin û wiha axivî: “Lê mixabin 4 roj maye bo civînê lê heta niha kurd nehatine vexwandin. Li divê Ewropa û NY îradeya gelê kurd nas bikin. Çimkî li Rojavayê Kurdistanê rêveberiyek xweser hat avakirin, çi qebûl bikin çi qebûl nekin, gelê me li Rojava rêveberiya xwe ya xweser ava kiriye.”

 

Kişanak, eşkere kir ku AKP naxwaze û nahêle PYD û Desteya Bilind tevlî civîna Swîsra bibin ji ber wê jî AKP dixwaze dîsa Lozanek din bîn serê kurdan û wiha got: “Lê em dibêjin, Cenêv dê nebe Lozan.”

 

Li meydana Kadîkoyê ya Stenbolê jî, BDP û HDPê bi hev re mîtîngek bo piştgiriya Rojava û tevlîbûna PYD û Desteya Bilind di civîna Cenêv2 de li dar xistin.

 

Di mîtîngê de Cîgirê Hevserokên HDPê Sirri Sureya Onder, axaftinek kir û ragihand, divê kurdên Rojava bi awayekî serbixwe tevlî civîna Cenêv2 bibin.

 

Dî mîtîngê de parlamenterên BDPê jî axaftin kirin.

 

Li bajarê Îzmîrê jî, ligel astengiya polîs meşek bo piştgiriya Rojava hat lidarxistin. Di meşê de siloganên mîna “Cenêva bêyî kurd Lozana duyemîn e” hatin avêtin.

 

Heta niha nayê zanîn, ka alî û hêzên opozîsyona Sûriyê dê beşdarî civîna Cenêv2 bibin yan na.


Stenbol-Sirri Sureya Onder

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst