Dayîkên Şemiyê: Ocalan serbest berdin!

17-08-2016
RÛDAW
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Dayîkên Şemiyê li Stenbol, Amed û Wanê bi sernavê ‘Em li axa xwe, azadiya xwe û serokê xwe xwedî derdikevin’ çalakiyeke rûniştinê lidar xistin.


 Meclîsa Dayîkên Aştîyê ya Stenbolê jî bi heman sedemê li ber dibistana Galatasarayê li hev kom bûn û piştî daxuyaniya bo çapemeniyê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin.


Beriya çalakiyê çalakvanên jin ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin û polîsan xwest ku kontrola nasmeya wan bike.


Piştî ragêşiyeke biçûk Parlementerên HDPê Pervîn Buldan û Huda Kaya jî tev hevserokê HDPê yê Stenbolê Dogan Erbaş hatin cihê çalakiyê.


Ji ber ku polîsan nehişt ku çalakî bi rê ve biçe, Pervîn Buldan li gel parêzgarê Stenbolê pêwendî danî û destûra çalakiyê xwest.


Pê re jî çalakiya ku dê 24 seatan bi rê ve biçûya bo 5 seatan hat destpêkirin.


Li ser navê çalakvanan daxuyaniyek hat xwendin û tê de bal kişandin şerê li Bakurê Kurdistanê.


Herwiha di daxuyaniyê de azadiya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan jî hat xwestin û hat diyarkirin ku divê bo  jiyaneke aştiyane û wekhevî divê guftigoyên aştiyê ji nû ve destpê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst