Êdî hevdîtinên MÎT û Ocalan-PKKê qanûnî ne

17-04-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Qanûna nû ya Rêxistina Sîxoriyê ya Tirkiyê (MÎT) ji aliyê parlamentoya wî welatî ve hat pejirandin. Li gorî qanûna nû, MÎT dikare bi “her cure sazî, rêxistin û komên neyar ên dewletê” re hevdîtinan pêk bîne.

Piştî gotûbêjên germ û tund li ser qanûna nû ya MÎTê, Parlamentoya Tirkiyê îro qanûna han pejirand.

Di qanûna nû de ku ji 15 bendan pêk tê, di qanûna 30 salî ya MÎTê de guhertinên bingehîn hatine kirin. Cara yekemîn çalakiyên MÎTê dê ji aliyê parlamentoyê ve were çavdêrîkirin, her wiha dê komîsyonek bo çavdêrîkirina hemû saziyên saloxgeriyê pêk were. Komîsyona çavdêriyê dê ji 17 kesan pêk were.

Li gorî qanûna nû, MÎT dê bikaribe li derveyî welêt jî operasyonan li dar bixe.

Yek ji beşên herî girîng ên qanûna nû, rê dide MÎTê bi hemû sazî, rêxistin û kom û kesên neyar ên hundir û derve re hevdîtin pêk bîne û heta dikare bi wan re hevkariyê jî bike. Bi vî rengî hedîtinên MÎTê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û rayedarên PKKê re dikeve nav çarçoveyek qanûnî.

Li gorî qanûna nû, eger serokê MÎTê sûcekî bike bo lêpirsîna bi wî/wê re divê bi destûra serokwezîr be, her wiha kesên ku nasnameya karmendên MÎTê û malbatên wan eşkere bikin ji 3 salan heta 7 salan ceza werdigirin.

Qanûna nû dê rê bide MÎTê ku “makîneya derewan” jî li hember tohmetbaran bikar bîne.

Li gorî qanûnên Tirkiyê, her qanûna ku ji aliyê parlamentoyê ve hat pesendkirin, divê ji aliyê serokomar ve jî were îmzekirin da ku bikeve were piratîkê. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst