Li Kocaeliyê 5 HDPyî hatin girtin

16-08-2023
RÛDAW
Nîşan Kocaelî HDP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Kocaeliyê yê Tirkiyeyê 5 endamên HDPyê bi biryara dadgehê hatin girtin.

Li Kocaeliyê 5 endamên HDPyê yên ku di operasyonekê de hatibûn desteserkirin, bi hinceta “propagandaya rêxistinê” bi biryara dadgehê hatin girtin.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê roja sêşemê li navçeya Gebzeyê ya Kocaeliyê di operasyoneke hevdem de bi ser malan de girtibû.

Di wê serdegirtinê de 5 endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên bi navên Feryat Seven, Mustafa Taşdemîr, Zekî Arslan, Edîm Oktay û Mehmet Şervan Başdemîr desteser kiribûn.

Li gorî zanyariyên di Ajansa Mezopotamyayê belavbûne her 5 endamên desteserkirî yên HDPyê piştî karûbarên îfadeyê birin dadgehê.

Piştî darizandinê bi hinceta “endamtiya rêxsitinê” ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.

Hat ragihandin ku 5 endamên HDPyê piştî biryara dadgehê şandine Girtîgeha Kandirayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst