Parêzerên Ocalan bersiva daxuyaniya Abdulhamit Gul dan

16-05-2019
RÛDAW
Nîşan Parêzer Abdullah Ocalan Hevdîtin
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Buroya Hiqûqê ya Asrin ku buroya parêzerên Abdullah Ocalan e, ragihand ku piştî hevdîtina 2ê Gulanê, li ser daxwazên wan ên ji bo hevdîtina bi Ocalan re bersiveke erênî yan jî neyênî ji Wezareta Dad a Tirkiyê wernegirtine.

 

Wezîrê Dad ê Tirkiyê Abulhamit Gul îro ragihand ku qedexeya li ser hevdîtinê ya parêzerên Abdullah Ocalan hatiye rakirin.

 

Parêzerên Abdullah Ocalan piştî daxuyaniya Abulhamit Gul eşkere kirin ku piştî hevdîtina 2ê Gulana 2019an, her roj serlêdana hevdîtinê dikin, lê hêj hevdîtinek pêk nehatiye.

 

Herwiha parêzerên Ocalan diyar dikin ku bi hinceta cezayê dîsîplînê ya roja 22ê Nîsana 2019an, daxwazên serdana malbata Abdullah Ocalan bo Îmraliyê, bi biryara dadgehê tê astengkirin.

 

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrin destnîşan dike ku ew daxuyaniya Wezîrê Dad ê Tirkiyê Abdulhamit Gul weke îfadekirina pêwîstiyên hiqûqî dibînin û bang li hemû saziyên darizandin û îdarî dikin ku li gor hiqûqê tevbigerin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst