Xwedanê “Sembola Helebcê”: Ez kengê guh didim straneke kurdî ya xemîn, digrîm!

16-03-2016
RÛDAW
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Wênegir û rojnamevanê kurd Remezan Ozturk, ku wêneya wî ya ku di dema jenosîda Helebce de girtibû, bûye sembola Helebcê, dibêje, heta niha jî dema ez guhdarî straneke kurdî ya xemnak dikim, digrîm!

Wênegirê kurd ê Bakurê Kurdistanê Remezan Ozturk, behsa girtina wêneya “Sembola Helebcê” dike û dibêje, min li televîzyoneke Ewropî zanî ku bajarê Helebcê rastî êrişa kîmyayî hatiye. Piştî bihîstina wê nûçeyê min biryar da biçim Helebcê. Ez ji Stenbolê bi balafirê çûm Tehranê û ji wir jî ez û çend rojnamevanên din em bi helîkopterekê çûn Helebcê. Lê di rê de sê caran helîkopterê ji ber metirsiya êrişan danî. Helîkopterê em li nêzîkî Helebcê danîn.

Ozturk dibêje, dema em peya bûn, ji ber bombeyan kortên mezin çêbibûn. Ew jî nîşan dida ku bombeyên pir mezin avêtine. Piraniya ajelan mirar bibûn. Li ser rêya me tijî term bûn. Madeya kîmyayî mîna tozê li ser termên mirovan bû, term hemû şewitîbûn, reş bibûn. Tişta herî bi êş û xemnak ew bû ku dayîkan zarokên xwe himêz kiribûn û miribûn, hinek jî li ser xwarinê miribûn…!

Remezan Ozturk dema mijûlî girtina wêeyan e serbazên îranî li wî hêrs dibin lê ew guh nade wan: “Ez digiriyam û min wêne digirt. Min digot ev hovîtî dê çawa di rojnameyê de cih bibe!”

Remezan behsa girtina wêneya Sembola Helebcê (Omerê Xawer û zaroka wî ya sava) jî dike û dibêje, min destpêkê digot qey ew zilamê ku zarok daye milê xwe, bapîrê wê ye. Tişta ku pir bala min kişand, ew bû ku bavê zarokê enîşka xwe danîbû erdê ji bo zarokê neêşîne. Dîmeneke pir mirovane û bi bandor bû. Her çiqas serbazên îranî digotin li wir nemîne lê min guh nedida wan û min bi du kamerayan wêne digirt…

Remezan behsa gotinên serbazekî îranî dike û dibêje, serbazekî ji min re got “tu çiqas wêneyên vê bûyerê bigirî ma sûdeke wê hebe?” min bersiva wî neda lê piştî çend hefteyan dema wêneya Sembola Helebcê belav bû, di dinyayê de deng veda.

Li gorî wî rojnamevanê kurd, wêneyên mîna wêneya Omerê Xawer pir bûn. Li taxeke Helebcê, dayîkek ketibû û zaroka wê jî li ser destê wê bû. Eger wêneya Omerê Xawer wek Sembola Helebcê nehatiba hilbijartin ew wêne dê bihata hilbijartin, ji ber ku herî kêm bi qasî wê wêneyê bi bandor bû. Li taxek din, zarokek miribû ku nîvê termê wê li derve û nîvê din jî di hundir de bû, her wiha dayîkek û 6 zarokên xwe bi hev re şehîd bibûn…

Remezan Ozturk diyar dike ku wî ji bilî wêneya Omerê Xawer 150 wêneyên din ên Helebcê ji rojname û kovarên navdar ên cîhanê re şandiye. Ozturk dibêje, hest û dilşewatiya gelên cîhanê wêneya Omerê Xawer wek sembol hilbijart ne min û dezgehan.

Wî rojnamevanê kurd heta niha zêdetirî 30 xelatên navdewletî ji ber kişandina wêneyên jenosîda Helebcê standiye. Di dadgehîkirina tawanbarê yekem ê kîmyabarana Helebcê Elî Hesen Mecîd (Elî Kîmyayî) û hevdestên wî de jî, Remezan Ozturk wek şahidekî tevlî rûniştina dadgehê bû. Ozturk, ew kameraya ku pê wêneyên Helebcê girtibû, wek diyarî pêşkêşî Monomênta (bîrdarî) Helebcê kir.

Remezan dibêje, ji bo ku mirov ji wan wêneyan fêm bike divê xwe bixe dewsa Omerê Xawer û zaroka wî jî bixwe dewsa zaroka xwe. Ez heta niha jî her gava guh didim straneke kurdî ya xemgîn, digrîm…

Remezan Ozturk, sala 1956ê li bajarê Meletî yê Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye. Sala 1975ê dest bi rojnamevaniyê kiriye. Di rojnameyên Gunaydin, Sabah, Star û Yenîbînyil de kar kiriye. Ozturk ji kovara Time re jî wek “free-lance” kar dike.

Ozturk niha li Stenbolê dijî û bavê du zarokan e

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst