TRABZON - Bi Kurdî axivîn, nijadperastan erişî wan kir

15-12-2023
RÛDAW
Nîşan Trabzon Karkerên Kurd Êrişên Nijadperestî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Trabzonê ya Tirkiyeyê, doh karkerên Kurd ji ber axaftina bi Kurdî rastî êrişê hatin û 4 kes birîndar bûn.

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, karkerên Kurd ên ji parêzgehên Agirî û Wanê yên di karên nûjenkirina Balafirgeha Trabzonê de dixebitîn bi hev re bi Kurdî axivîn.

Karkerên Kurd ji ber vê yekê rastî êrişa karmendên ewlehiyê yên balafirgehê û karkerên Tirk hatin.

Karmendê ewlehiyê gotiye bi Kurdî neaxivin

Karkerê bi navê Bîlal Aktekîn got: “Dema hevalên me li pêş xwaringeha avahîsaziya balafirgehê çay vedixwar bi hev re bi Kurdî diaxivîn.

Karmendên ewlehiyê hat cem wan û ji wan xwest ku bi Kurdî neaxivin. Hevalên me jî gotin, 'Her û kes bi zimanê xwe yê dayikê diaxive û em dê jî biaxivin' û di navbera wan de nîqaş derket.”

Bîlal Aktekîn da zanîn, "20 kesan bi hev re êrişî 4 hevalên me kir û piştre polîs hatin û wan êriş rawestand."

Karkerên Kurd li nexweşxaneyê “rapora birîndarbûnê (derb)” wergirtin û giliyê êrişkaran kir.

Êrişên li Trabzonê

Roja 18ê Hezîrana 2023yan jî li navçeya Maçkayê ya Trabzonê 6 karkerên ji parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê yên ku di çêkirina avahiyên TOKIyê de kar dikirin ji ber guhdarkirina stranên Kurdî kirin rastî êrişeke nijadperestî hatibûn.

Di encama êrişê de karkerek bi kêrê hatibû birîndarkirin û pozê wî hatibû şikandin.

Herwiha di heman êrişê de karkerek jî ji serê xwe birîndar bû û 8 kêl li serê wî dan.

Meha Tîrmeha 2019an jî grûpeke geştyarên Kurd ên ji Başûrê Kurdistanê ku ji 50 kesan pêk hatibû, ji ber ku xwestibûn bi ala Kurdistanê wêneyên xwe bigirin, li navçeya Çaykarayê ya Trabzonê rastî êrişa nijadperestên Tirk hatibû.

Piştî êrişê 5 jê jin 9 geştyarên Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ve hatibûn girtin û piştre hatibûn berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst