Li Tirkiyê ji 163 girtiyên nexweş re 163 deqeyan rûniştin

15-12-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw/DÎHA) - Komeleya Mafên Mirov (ÎHD) bi helkefta hefteya mafên mirov ji bo 163 girtiyên nexweş ên li girtîgehên bajarên Sêrt, Mêrdîn, Êlih, Enqere, Îzmîr, Amed, Çewlîk, Meletî, Colemêrg, Aydin de tên girtin, çalakiya163 deqeyan pêk anîn. Di çalakiyê de hat xwestin ku hemû girtiyên nexweş bên berdan.


Enqere

Şaxa ÎHD'ê ya Enqerê bi heman armancê ji avahiya komeleyê heta Kolana Yûkselê meş pêk anî û li wir bi pankarta “Em li hemberî mirinê bêdeng namînin, Bila girtiyên ku nexweşiya wan giran e bên berdan" vekirin. Komê di meşê de siloganên mîna “Ji girtiyên nexweş re azadî", “Bijî berxwedana zîndanan” gotin. Piştî meşê li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Yûkselê daxuyanî dan.

Li ser navê komê Endamê ÎHD'ê Yagmur Torgut, daxuyanî xwend û diyar kir ku herî dawî heta 3'ê Mijdarê li girtîgehan 544 girtiyên nexweş li girtîgehan hebûn ku rewşa 163 jê wan giran e. Torgut, xwet girtiyên nexweş bi lezgîn bên berdan.


SÊRT


Şaxa ÎHD'ê ya Sêrtê jî bi heman armancê li ber avahiya ÎHD'ê çalakî pêk anîn. Rêveberên ÎHD, BDP, HDP, Dayikên Aştiyê, Meclisa bajar û endamên meclisa şaredariyê ya Sêrtê, TUHAD-DER, Meclisa Aştiyê, MEYA-DER, NÇM, Odeya Tabîban, û gellek kesên din tev li çalakiyê bûn. Komê di çalakiyêde pankarta "Ji bo 163 nexweşan em 163 deqîqeyan çalakiya rûniştinê pêk tînin” vekir. Li ser navê komê Seroka ÎHD'ê Vetha Aydin daxuanî da û xwest girtiyên nexweş bên berdan.


MÊRDÎN


Şaxa ÎHD'ê ya Mêrdînê jî bi heman armancê daxuyanî da. Di çalakiyê de pankarta ku azadiya girtiyan dixwest hat vekirin. Serokê Şaxa ÎHD'e ya Mêrdînê Erdal Kuzu, daxuyanî da. Komê piştî daxuyaniyê li avahiya komeleyê çalakiya rûniştinê pêk anîn.


ÊLIH


Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê bi wesîla hefteya mafên mirovan û ji bo 163 girtiyên nexweş ên rewşa wan giran li ber Girtîgehê Tîpa M a Êlihê daxuyanî û çalekiya runiştinê li darxist. Di çalekiyê de rêveberên li gel rêveberên ÎHD rêveberên BDP, HDP, endamê Meclîsa Ciwanên BDP’a Êlihê, malbatên girtiyan û nûnerên saziyên civakî yên sivil amade bûn. Di daxuyaniyê de bê navber diruşmeyên “Biji berxwedana zindanan” hate berzkirin. Li vir Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Osman Kunteş daxuyanî xwend. Kunteş, diyar kir ku wan berê jî çalakiyên bi vî rengî ji bo rayedarên hikûmetê ji bo girtiyên nexweş bikevin tevgerê pêk anîn û da zanîn ku heta niha tu berpirsiyariya xwe bi cih ne anîne. Kunteş, anî ziman ku li gori rapora ÎHD’ê di 3 kanunê de amade kiriye di girtîgehên Tirkiyê de 544 girtiyên nexweş hene û 163 ji wan nexweşan nayên dermankirin û got ku li gel nexweşiyên wan giranin jî nayên tahliye kirin. Kunteş, destnîşan kir ku di girtigehan de bi hazaran girtî hene lê bi taybetî di serdema desthilatdariya AKP’ê de hêjmara girtiyên nexweş zêdebûne.


Kunteş, bal kışand ser pêvajoya çareserî û aşîtiyê û got ku di vê qonaxa pêvajoya çareseriyê ku baş derbaz dibe, divê di serî de rewş û mercên girtigiha ku Reberê PKK Abdullah Ocalan tê de yê bê guherandin.


Çalekî, li şûna ku 163 deqîqeyan bihata li darxistin lê ji ber hewaya sar bi runiştina 5 deqîqeyen bi dawî bu. Çalekvan piştî li ber girtîgehê dawî li çalakiya xwe anîn û ji vir çûn avahiya Şaxa ÎHD’ê û bi 163 deqîqeyan çalakiya xwe domandin.


AMED


Şaxên ÎHD, MAZLUMDER, TÎHV Baroya Amedê û gelek saziyên din xwestin li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê pêk bînin. Di çalakiyê de Serokê Baroya Tahîr Elçî anî ziman ku mafê herî pîroz mafê jiyanê ye û ev maf li girtîgehan tê binpêkirin. Di daxuyaniye de hat diyarkirin ku li gorî Wezareta Dadê di sala 2013'an de 140 hezar 520 girti hene û di 7 salên dawî de hêjmara girtîgehan 2,5 qat zêde bkûye.


ÇEWLÎK


Şaxa ÎHD'ê ya Çewlikê jî bi heman armancê li Kuleye Saetê ya Dortyolê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Di çalakiyê de rêveberên BDP'ê, MEYA-DER, KESK û KCD'ê amade bûn.


MELETİ


Şaxa ÎHD'ê ya Meletiyê jî bi heman armancê li ber postexaneya Navendê ya Meletiyê daxuyanî da û çalakî pêk anîn. Li vir jî heman pankart û doqîz hatin vekirin û xwestin girtiyên nexweş serbest bên berdan.


COLEMÊRG


Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê jî bi heman armancê li ber Girtîgeha Colemêrgê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de rêveberên BDP, HDP, endamên meclisa şaredariyê, meclisa bajar, Dayikên Aştiyê û gelek welatiyên din amade bûn.


ÎZMÎR


Şaxa ÎHD'ê ya ÎZmirê jî bi heman armancê bi boneya balê bikşinin ser rewşa 163 girtiyên nexweş li Sumerbankê ya berê daxuyanî dan çapemeniyê.


Li vir jî piştî daxuyaniyê ji bo girtiyên nexweş serbest bên berdan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û piştî çalakiya rûniştinê belav bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst