Galeriya wêneyan

15-10-2022
17 Photos

Li navçeya Amasra ya parêzgeha Bartin a Tirkiyê roja Înê 14ê Cotmeha 2022an derdora demjimêr 18:15an di kana madenê de di kûrahiya 300 metreyan de teqînek pêk hat.

Li gor amarên dawî di teqînê de heta niha 28 karkeran canê xwe ji dest dane û di kana ku teqîn lê pêk hat de herî kêm 15 karker di binê erdê ne. 

Xizm û hevkarên karkerên madenê yên di kanê de asê mane li benda xebera rizgarkirina xizmên xwe ne ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam in.

Wêne: Murat Bulut/Rûdaw