Serokê JMOyê: Mitahit, kompanyaya pişkînînê, şaredarî û Wezareta Jîngehê jî ligel gelek tawanbar hene

15-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdhej Erdheja Mereşê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî erdhejên Mereşa Bakurê Kurdistanê yên bi hêza 7.7 û 7.6 pile, nîqaşên derbarê avahiyên ku kêmasî di wan de hene yan ne li gor standartan hatine çêkirin zêde bûne. Serokê Odeya Endazyarên Jeolojî (JMO) Huseyin Alan dibêje: “Mitahit, kompanya pişkînînê, şaredarî û Wezareta Jîngehê jî ligel gelek tawanbar hene.”

Erdhejên Mereşê ku bûn sedema mirin û birîndarbûna bi deh hezaran kes û wêranbûna 7 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û 3 parêzgehan Tirkiyê, niha jî mijara avahiyên ku bê qisûr ji sîstema pişkinînê derbas bûne û hatine çêkirin bûne rojev.

Serokê Odeya Endazyarên Jeolojî Huseyin Alan dibêje, di hilweşîna avahiyan de dibe gelek tawanbar hebin û tekez dike ku divê sûcdar an tawanbar bê ceza nemînin. Li gor Serokê JMOyê Alan ku ji medya Tirkiyê re axifî ye, lîsteya potansiyel a tawanbaran wiha ye:

• Li Tirkiyê dema avahiyek tê çêkirin, destpêkê leza erdhejê ya zeviya ku dê li ser avahî bê çêkirin tê kontrolkirin. Nirxên lezê ji aliyê AFADê ve tên destnîşankirin. Nirxa lezbûnê ya herî kêm A ye. Piştre wek B, C, D, E, F tên rêzkirin. F tê wateya cîhê ku nirxa leza herî zêde heye. Avahî li cîhekî bi lezbûna 1.1 nayên çêkirin.

• Mitahitê ku dê avahiyê çêbike, nirxên lezbûnê yên ku ji aliyê AFADê ve hatine ragihandin werdigire û bi endezyaran projeya fizîbîlîte (lêkolîna pêş) amade dike. Dezgeha teftîşa avahiyan ewil projeyê kontrol dike, paşê şaredarî lêkolînê dike. Ger guncaw be, şaredarî an jî li gorî rewşê, wek nimûne, Wezareta Jîngehê destûra avahîsaziyê dide. Ger proje li gorî şert û mercan were amadekirin, nirxên lezkirinê jî tê de, pirsgirêk tune. Ger nehatibe amadekirin û erêkirin jî, li vir endezyar, kompanya teftîşa avahiyan û desthilatdariya giştî sûcdar in.

• Eger proje li gor hemû daneyên ku ji bo berxwedana erdhejê pêwîst dike rast hatin amadekirin û destûr hatin wergirtin, mitahit dest bi kar dike. Kompanya teftîşa avahiyan bi wergirtina nimûneyên betonê ceribandinan dike. Eger mitahit ji kelûpelan bidize, tê girtin. Lê eger kompanya pişkinînê çavê xwe bigire û rapora guncaw bide û şaredarî an jî Wezareta Jîngehê vê diziyê ferq neke, avahî wek saxlem tê çêkirin û destûra rûniştinê tê wergirtin. Dema ev avahî dirûxe mitahit, şefê şantiyê, kompanya pişkinînê û şaredarî (di hinek projeyan de Wezareta Jîngehê) hemû bi hev re sûcdar tên dîtin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst