Başak Demîrtaş: Ez dixwazim weke hevjîna Demîrtaş berevaniya vî gelî bikim

14-11-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Selahattin Dermîrtaş Başak Demirtaş Seher Girtîgeh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ev salek û çend roj bi ser girtina Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Dermîrtaş  derbas bûn, her hefteyê carekê hevjîna wî Başak Demîrtaş serdana wî di zindanê de dike, lê di van her sê hefteyên dawiyê de, serdana wî nekiriye.

 

Başak Demîrtaş, hevjîna hevserokê HDPê Selahedîn Demîratş, dibêje ew dixwaze wek hevjîna wî berevaniyê li mafê gelên Tirkiyê bike.

 

Di 4ê Mijdara 2016 an de, hêzên ewlekariya Tirkiyê dest bi girtina berpirs û endamên HDPê kirin, her di wê şevê de, hevserok û 13 parlamenterên HDPê hatine girtin ku heya niha 9 parlamenter girtî ne.

 

Ji destpêka girtinê û heya niha, Selahattin Demîratş wek hevserokê partiya seyem a herî mezin li Tirkiyê, çend peyamên nivîskî, çîrok,  gotar û helbestên siyasî belav kiriye.

 

Başak dibêje, wê her hefteyê carek serdana hevjînê xwe kiriye, lê di van sê hefteyên dawiyê de, serdana wî nekiriye.

 

Li gor rênimayên nav zindanên Tirkiyê, Başak dikare her hefteyekê bi tenê bo dema demijêrekê hevjînê xwe bibîne.

 

2 keçên Başak û Selahattin Demîrtaş hene, ew jî Delal û Dilda ne, ku carinan ew jî bi dayika xwe re serdana bavê xwe di nav zindanê de dikin.

 

Başak dibêje, berî bê girtin, Selahattin ji her Delal û Delda re digot, dê rojek polîsê Tirkiyê bên li derî bixin û min bigirin, lewra nabe hûn ji wê rojê bitirsin.

 

Di zindanê de Demîratş çend çîrok nivîsandin, û bi navê Seher pirtûka çîrokên xwe belav kir, Başak dibêje her dû çîrokên Seher û Keça Deryayê bandor li wê kirine.

 

Di vê pirtûka çîrokan de, Selahattin Demîratş xwe û hevjîna xwe wek her dû qehremanên çîrokê dide naskirin, û bîranînên xwe bi awayekî wêjeyî dihone.

 

Piştî ku her dû keçên Demîratş dibînin dayika wan dema çîrokan dixwîne kelogirî dibe, wan jî çîrokên bavê xwe xwendin.

 

Başak herdem bi hevjînê xwe serbilind e, û dibêje ez jî dixwazim xizmetê bikim, lê ne bi rêya siyasetê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst