Salih Muslim ligel Hakan Fîdan civiya

14-08-2013
RÛDAW
A+ A-

Enqere (Rûdaw) – Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim di serdana xwe ya vê carê ya ji bo Tirkiyê ligel misteşarê MÎTê Hakan Fîdan hevdîtin pêkanî.

Li gor zanyariyên Rûdawê hevserokê PYDê Salih Mûslim bi rêya balafirxaneya navneteweyî ya Hewlêrê çûye Tirkiyê. Di hevdîtina Muslim a bi rayedarên wezareta derve ya Tirkiyê re, wê mijarên konferansa netewî, pêşveçûnên li Rojava û Sûriyê û herwiha vekirina dergehên sînor navbera Rojavayê Kurdistan û Tirkiyê de bên guftûgokirin.

Rojnameya Akşam a Tirkiyê belav kir ku Salih Mûslim ji Hewlêrê derbasî Enqereyê bûye û hevdîtin wê heta roja şemiyê bidomin.

Rojnameyê ragihand ku Muslim ji balafirxaneyê ji aliyê rayedarên MÎTê ve hatiye pêşwazîkirin. Li gor heman çavkaniyê Salih Muslim ligel misteşarê MÎTê Hakan Fîdan û balyozê Tirkiyê yê berê yê li Sûriyê û alîkarê misteşarê wezîrê derve Omer Onhon re hevdîtin pêkaniye. 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst