Doza Demîrtaş li Kampusa Girtîgeha Sîncanê dest pê dike

14-02-2018
RÛDAW
Nîşan Selahattin Demîrtaş Doz Enqere
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Duyemîn danişîna doza Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattîn Demîrtaş li Kampusa Girtîgeha Sîncanê dê bê dîtin.

 

Hevserokê HDPê yê berê Selahattin Demirtaş 4ê Mijdara 2016an di çarçoveya lêpirsînekê de li bajarê Amedê hatibû binçavkirin û paşî şandibûn Girtîgeha Edirneyê.


 


Selahattin Demirtaş ji bo dadgehkirinê ji Edirneyê bo rûniştina Dadgeha Cezaya Giran a 19emîn birin Enqereyê. Doza Demirtaş dê li salona kampusa Girtîgeha Sincanê wê werekirin.



 

Tê gotin ku zêdetirî 100 parêzerî ji bo parastina Demîrtaş dê tevlî doza îro bibin. Herwiha hejmarek zêde ya xelkê ji doze li kampusa Girtîgeha Sincanê kom bûne.

 

Demirtaş bi îdîaya avakirin û rêvebiriya rêxistinê, propagandeya rêxistinê û pesindayîna sûc û sûcdar, bi 142 sal cezayê hepsê tê darizandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst