Li Stenbol teqîn; Kuştî û birîndar hene

13-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li cadeya Îstiklal a bajarê Stenbolê teqînek çê bû. Sedema teqînê û hûrgiliyên wê hêj nayên zanîn. Parêzgarê Stenbolê ragihand, di encama teqînê de 4 kes hatine kuştin û 38 kes birîndar bûne.

Îro 13ê Mijdara 2022 li kolana Îstiklalê ya li navçeya Beyoglu ya Stenbolê derdora demjimêr 16:20 teqînek çê bû û di encamê de kuştî û birîndar hene.

Li ser torên civakî hin dîmenên piştî teqînê hatine belavkirin ku têde xuya dibe çend kes li erdê ketine.

Peyamnêrê Rûdawê yê li Stenbolê Omer Sonmez li cihê bûyerê ragihand, hejmareke zêde hêzên ewlehiyê û polîs gihîştine cihê bûyerê û rêyên derdora cihê teqînê li ser hatin û çûnê hatine girtin.

Herwiha gelek ambulans û tîmên tendirustî û hewarçûnê gihîştine cihê teqînê û alîkariya birîndaran dikin.

Li cihê teqînê û derdora wê tedbîrên ewlehiyê hatine tundkirin û hêzên ewlekariyê lêkolînên meydanî dest pê kirine.

Erdogan: Bêhna terorê ji teqîna Stenbolê tê

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan derbarê teqîna îro ya li Stenbolê de daxuyanî da û hejmara herî nû ya kuştî û birîndarên teqînê aşkere kir.

Erdogan beriya ku ji bo beşdariya di civîna G20 de ber bi Endonezyayê ve birêbikeve, derbarê teqîna îro ya li Stenbolê de daxuyanî da û ragihand, di teqîna îro ya li kolana Istiklal a Stenbolê de herî kêm 6 kesan canê xwe ji dest dane û 53 kes birîndar bûne.

Di beşeke din a axaftina xwe de Erdogan got, “Hewldanên ji bo teslîmkirina Tirkiye û miletê Tirk bi rêya terorê dê îro û sibê jî wek duh negihîjin armanca xwe. Divê miletê me piştrast be ku bikerên bûyera kolana Îstîklalê wek heq dike dê bên cezakirin. Yekîneyên pêwendîdar ên dewleta me ji bo eşkerekirina berpirsyarên vê êrîşa xayîn û destên li pişt wê xebatên xwe didomînin.”

Li ser pirsa egera têkiliya teqîna Stenbolê bi terorê re, Serokkomarê Tirkiyê Erdogan diyar kir, “Eger em tekez bibêjin ku ev teror e, dibe ku xelet be, lê geşedanên ewil, ewil agahdariya ku waliyê min ji me re ragihand, li vir bêhna terorê tê. Heta niha tesbîtên ewil ev in ku di vî kar de rola jinekê heye.”

Parêzgarê Stenbolê Ali Yerlîkaya pêştir ragihandibû, di teqînê de 4 kesan canê xwe ji dest dane û 38 kes jî birîndar bûne.

Alî Yerlîkaya dibêje, “Li gorî agahiyên destpêkê di teqîna ku li kolana Îstîklalê de pêk hat 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 38 kes jî birîndar bûn. Birîndarên me tên dermankirin. Ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane rehma Xwedê û ji birîndaran re jî şifaya xêrê dixwazin. Pêşhat dê bi raya giştî re bên parvekirin.”

Oktay: 6 kesan jiyana xwe ji dest dan, 81 kes jî birîndar bûn

Alîkarê Serokomarê Tirkiyê Fuat Oktay got, "Heta niha 4 jê li cihê bûyerê 6 kesan jiyana xwe ji dest dane û 81 birîndar jî hene. 2 ji wan jî birîna wan giran e."

Oktay diyar kir, ew wiha dihesibînin ku êrîşkar jinek bûye û got, ew wiha dinirxînin ku bûyer terorîstî ye.

Alîkarê Serokomarê Tirkiyê destnîşan kir, “Kî li pişt van bûyeran be, ne tenê di nav sînoran de, heta eger here aliyê din ê dinyayê jî em dê bigihêjin wan.”

 

  

Bozdag: Li Taksîmê jinek 45 xûlekan rûniştiye piştî ku radibe teqîn çê dibe

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag derbarê teqîna îro ya li Stenbolê de amaje bi jinekê kir ku li Meydana Taksîmê 40-45 xûlekan li ser kursiyekê rûniştiye û piştî ku radibe teqîn çê dibe. de daxuyanî da.

Bozdag diyar kir, “Jinek 40-45 deqeyan li ser kursiyê rûniştiye, piştî demekê ku radibe teqîn çê dibe. Yan di wî çenteyî de mekanîzmayek heye, diteqe, yan jî kesek ji dûr ve diteqîne. Hemû daneyên li ser wê jinê niha têne lêkolînkirin. Heta niha navê wî nayê zanîn. Hemû qeyd tên şopandin, hinek hevalên me li pey wê ne.”

Qedexeya weşanê hat ragihandin

Saziya Bilind a Radyo û Televîzyonê ya Tirkiyê RTUKê qedexeya weşanê danî ser bûyera teqîna îro ya li Stenbolê.

RTUKê di daxuyaniyeke kurt de li ser Twitterê ragihand, “Ji bo teqîna li Stenbolê qedexeya weşanê hat ragihandin. Ji bo agahdariya hemû saziyên me yên medyayê.”

Îmamoglu serdana cihê teqînê kir

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu, ji bo şopandina rewşê serdana cihê teqînê li cadeya Îstiklal kir.

Ekrem Îmamoglu li ser twitterê peyamek belav kir û ragihand, “Min ji ekîbên me yên Agirkujiyê yên li Kolana Îstîklalê agahî girt. Li herêmê bi kordîneya polîsan lêkolînên xwe didomînin. Xebatkarên me yên tendirustiyê jî bi dijwarî dixebitin. Careke din ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane rehma Xwedê û ji birîndaran re jî şifaya lezgîn dixwazim.”

 

 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst