Baydemîr: Divê partiyên kurdan zêdetir guftûgoyan bikin

13-09-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Referandum Serxwebûn Kurdistan Giştpirsî Înîsiyatîfa Piştgiriya Giştpirsiyê HDP Osman Baydemîr
A+ A-

Enqere (Rûdaw) – Berdedvekê HDPê Osman Baydemîr got ew wek HDP bangî hemû xwîşk û birayên xwe dikin da ku li Rojhilata Navîn pirsa kurd di nav aramiyê de bête çareserkirin û xalên hevpar di navbera partiyên siyasiyên kurd de pêk were û pirsgirêk were çareserkirin

 

Înîsiyatîfa Piştgiriya Giştpirsiya Serxwebûna Kurdistanê duh li navenda giştî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ligel Berdevkê HDPê Osman Baydemîr, parlementerê HDPê yê Amedê Îmam Taşçier û Endama Lijneya  Rêvebirina Navendî Fatma Kurtulan civînek pêk anîn. 

 

HDPê derbarê civînê de daxuyaniyek da rû ragihand di civînê de derbarê proseya referandûma serxwebûnê de gotûbêj hatin kirin û ji bo selahiyeta vê proseyê pêkanîna delîveyên hevpar hatin gengeşekirin. 

 

Piştî civînê Berdevkê Partiya me Osman Baydemîr, daxuyaniyek da çapemeniyê û hizr û ramana partiya me ya derbarê referandûmê de dupat kir. 

 

Di daxuyaniyê de Baydemîr got, “jixwe nêrîna HDPê ya derbarê vê referandûmê de tê zanîn. Em îro cardin nêrîna HDPê dubare dikin û ew nêrîn jî wek piştevaniya proseya referandûma serxwebûna Kurdistanê ye.” 

 

Osman Baydemîr di daxuyaniyê de got, “Mafê tayînkirina çarenûsa xwe, mafê her gelekî ye û ev jî wek şîrê dayika wan, li wan helal û pîroz e. Em wek HDPê û kurdên Bakurî, emê her bibin alîkar ku xwîşkûbirayên me bigehên mafên xwe yên esas. Em wek HDP bangî hemû xwîşkûbirayên xwe dikin da ku li Rojhilata Navîn pirsa kurd di nav aramiyê de bête çareserkirin û xalên hevpar di navbera hizbên siyasiyên kurd de pêk were û pirsgirêk were çareserkirin.”

 

Derbarê proseya li Başûrê Kurdistanê diqewime û rewşa pêkanîna Kongreya Newteweyî de Baydemîr wiha pê de çû: “Em daxwaz û pêşniyaz dikin ku rojek berê rojekê, xebata amadekirina Kongreya Neteweyî pêk were. Ku Kongreya Neteweyî pêk were dê mişkulat zûtir werin çareserkirin.”

 

Baydemîr derbarê rewşa parlamena Kurdistanê de jî daxwaza çalakkirina parlamenê kir û gotina xwe wiha temam kir: “Em wek rêxistina bakurî pêşniyaz û daxwaz ji xwîşkûbirayên xwe yên başûrî dikin da ku parlamen rojek berê rojekê bête vekirin. Eger prose bi vî rengî bimeşe fê bêhtir bala hemû cîhanê bikêşe ku referandûm li ser zemîneya îradeya gel dimeşe. Em wek HDP, xwe nakin şûna hêzeke Başûrê Kurdistanê. Îradeya gelê Başûrê Kurdistanê çi be, ew ser çavên me û ser serê me ye. 

 

Herwiha Baydemîr derbarê hevdîtinê de kêfxweşiya xwe anî ziman û banga gurkirina gotûbêj û guftûgoyan di navbera partiyên siyasiyên kurd de kir û axaftina xwe domand:

 

“Ji niha şûnve em dê bêhtir werin cem hev, em dê bêhtir bi hevdu re biaxivin û ew kesên ku dixwazin bibêjin ‘kurd dijminatiya hevdu dikin’ em ê siyaseta wan têk bibin. Kurd dijminatiya hevdu nakin û di xalên hevpar de li hev dikin. Ew jî wek miletekî li Rojhilata Navîn bi çand û zimanê xwe, dê jiyana xwe bidin meşandin. referandûma Başûrê Kurdistanê ne li dijî ti gelî ye. Ne dijminatiya gelê tirk, ereb û farsan e. Dostaniya hemû gelan e. Ku kurd bigehên mafên xwe, gelên Rojhilata Navîn jî wê bigehên demokrasiyê.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst