YSK: Dengdan demjimêr 8:00 despê dike û 17:00 bidawî dibe

13-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li çar aliyê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê sibê saet ji 08.00an heta saet 17.00î dê gel di çarçoveya Hilbijartina Parlamenteriyê ya Heyama 28an û Hilbijartina Serokomariyê da biçe ser sindoqê.

Kesên xwedî mafê dengdayînê sibê dê serokomar û endamên parlementoyê yên ku dê heta 5 salan li ser kar bin, hilbijêrin.

Li 973 navçeyên 81 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji 191 hezarî zêdetir sindoq dê bên danîn.

Di hilbijartinê de 60 milyon û 697 hezar û 843 dengdêr dê bikaribin dengê xwe bidin û ji wan 4 milyon û 904 hezar û 672 dengdêr cara ewil e ku wê dengê xwe bidin.

Dengdayîn li çar aliyê Bakurê Kurdistanê Tirkiyê sibê di saet 08.00an de dest pê dike û di 17.00an de dê biqede.

Di pisûlaya hilbijartina serokomariyê de navê Recep Tayyîp Erdogan, Muharrem Înce, Kemal Kiliçdaroglu û Sînan Ogan heye, Muharrem Înce ji namzediya serokomariyê vekişiya lê dê navê wî ji ber ku pisûlayên hatibûn çapkirin de cî girtibû êdî wisa ma.

Di çarçoveya Hilbijartina Giştî ya Parlamenteriyê ya Heyama 28emîn de jî 24 partiyên siyasî û ji seranserê Tirkiyê jî 151 berbijêrên parlementeriyê yên serbixwe hene.

Di hilbijartina serokomariyê ya sibê de eger ji berbijêrn serokomariyê ti kes ji piraniyê zêde deng hilnede dê tura duyemîn di 28ê Gulanê de bê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst