DEM Partiyê du xwişkên cêwî kirin namzed

13-03-2024
Omer Sonmez
Salîha Toktaş û Sabîha Toktaş / Wêne: Rûdaw
Salîha Toktaş û Sabîha Toktaş / Wêne: Rûdaw
Nîşan Salîha Toktaş Sabîha Toktaş DEM Partî Bursa Xwişkên Cêwî Namzed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê du xwişkên cêwî Salîha ve Sabîha Toktaş li navçeyên Yildirim û Kestelê yên Bursayê kirin namzedên serokatiya şaredariyê.

DEM Partiyê, Şaredariya Bajarê Mezin a Bursayê jî di nav de, li gelek navçeyên parêzgeha Bursayê ya Tirkiyeyê namzedên xwe destnîşan kirin.

Xwişkên cêwî Salîha Toktaş û Sabîha Toktaş ji navçeya Gimgimê ya Mûşê ne.

Salîha û Sabîha hîn 20 salî ne lê ew bi jêhatîbûna xwe bûne namzedên serokatiya şaredariyê.

Xwişkên cêwî rastî eleqeyeke mezin tên û ev jî coş û kelecena wan xurttir dike.

Salîha namzeda hevserokatiyê ya navçeya Yildirimê û Sabîha jî namzeda naçveya Kestelê ye.

“Em dê ji bo çanda xwe, zimanê xwe, jinan û ciwanan siyasetê bikin”

Namzeda Hevserokatiyê ya Navçeya Yildirimê Salîha Toktaş, li ser namzedbûna xwe ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî:

“Ji ber ku DEM Partî partiya jin û ciwanan e em tevî bûn.

Malbatê piştgirî da me lê me biryara xwe da.

Ez û xwişka xwe bi hev re dixebitin lê dema ku xebat cuda dibin, ew li navçeya xwe dixebite ez li ya xwe.

Armanca me ew ku em jinan ji malê derxin, em dixwazin jin beşdarî jiyana aborî û civakî bibin.

Em dê ji bo çanda xwe, zimanê xwe, jinan û ciwanan siyasetê bikin.”

Ev her du namzedên ciwan ên cêwî bi kelecaneke mezin amadehiya pankart û broşuran dikin.

Lewra ew dê piştî çend saetan tevli meşa jinan bibin.

Herwiha ew dê êvarê jî li qadan, li tax û sûkan, li qehwexane, park û malan xebatên hilbijartinê bi rê ve bibin.

“Ez dixwazim bibim dengê jin û ciwanan”

Namzeda Hevserokatiyê ya Navçeya Kestelê Sabîha Toktaşê jî wiha got:

“Ez ji Gimgimê me. Partiya me ya jin û ciwanan e. Ez jî hem jin im û hem jî ciwan.

Ji ber vê ez dixwazim di nava çalakiyên partiyê de cihê xwe bigirim.

Malbata me piştgiriyê dide me, dema mirov me dibînin kêfa wan te. Em jî ji ber vê yekê gelekî kêfxweş in.

Ez dixwazim bibim dengê jin û ciwanan, bila jin jî tevî partiya me bibin.”

Serokbajariya DEM Partiyê ya Bursayê, pêşnîyaza namzediyê li Salîha û Sabîhayê kiriye.

Ew berê bi malbata xwe şêwirîne û wan ev pêşniyar qebûl kiriye.

Namzedên cêwî dixwazin di rêveberiyên herêmî û siyasetê de hebûna jinan û ciwanan bi hêz bibe û ew bibin xwedî rola sereke.

Namzedên cêwî di hilbijartinan de bi ser nekevin jî xuya ye ku dê di siyaset û têkoşîna jinan de bi deng û rengên xwe yên bedwe û Kurdewar mayînde bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst