Ji bo hevpeymanên HDPê 12 şaredarî hatine destnîşankirin

13-01-2019
RÛDAW
HDPê tenê berbijêrên 41 şaredariyan destnîşan kirine
HDPê tenê berbijêrên 41 şaredariyan destnîşan kirine
Nîşan Hilbijartinên Şaredariyan HDP Partiyên Kurdistanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê piştî ragihandina hevpeymaniyê di navbera 7 rêxistin û partiyên Kurdî de HDPê heta niha bi tenê berbijêr bo 41 bajar û bajarokan destnîşan kirine. Li gor agahiyê berdest partiyên din ên Bakurê Kurdistanê berbijêrên xwe ji bo 12 şaredariyan destnîşan bikin.

 

Ji wan berbijêran kes ji 7 partiyên din nehatiye diyarkirin ku hevpeymanî ligel HDPê ragihandine. Li gorî zanyariyên ku hatine belavkirin, dê partiyên din ên Bakurê Kurdistanê berbijêrên xwe ji bo 12 şaredariyan destnîşan bikin ku hemû jî şaredariyên navçeyan in.

 

Di demekê de ku zêdeyî du meh mane ji hilbijartina şaredariyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê re, roja 7ê Çileya 2019ê Partiya Demokratîk a Gelan/HDPê û 7 partiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê hevpeymaniyek pêkanîn.

 

Hevpeymanî li ser bingehê çend xalan hat ragihandin û Hevseroka HDPê Pervin Buldan hêvî kir ku ev hevpeymaniya han ne tenê bo hilbijartina şaredariyan be.

 

Li aliyê din HDPê heta niha berbijêr bo 41 bajar û bajarokan destnîşan kirine ku van cihan li xwe digirin.

 

HDPê li sînorên van parêzgehan berbijêrên xwe destnîşan kirine

 

Wan û 7 bajarokên wê

 

Mêrdîn û 4 bajarokên wê

 

Qers

 

Mûş û 3 bajarokên wê

 

Êlih

 

Bedlîs û 1 bajarokê wê

 

Colemêrg û 4 bajarokên wê

 

Agirî û 2 bajarokên wê

 

Meletî û 1 bajarokê wê

 

Şirnex û 5 bajarokên wê

 

Amed û 7 bajarokên wê

 

Çewlig û 1 bajarokê wê

 

Erzîngan û 1 bajarokê wê

 

Ji wan berbijêran kes ji 7 partiyên din nehatiye diyarkirin ku hevpeymanî ligel HDPê ragihandine.

 

Herçiqas tê gotin ku li 12 bajarokan berbijêrên wan 7 partiyan tên ragihandin, lê heta niha ti mekanîzmayek bo wî karî nehatiye zelalkirin. Li gor rojjimêra Komisyona Bilind a Hilbijartinan jî, dema dawî bo wergirtina lîsteya berbijêran 3ê Adara 2019an e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst