Saruhan Oluç: Hêzên ewlekariyê êrîşî nirxên Kurdan dikin

12-12-2021
RÛDAW
Nîşan Saruhan Oluç Kurd Cizîr HDP Suleyman Soylu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wekîlê Serokê Fraksyona HDPê Saruhan Oluç derbarê êrîşên dawî yên hêzên ewlekariya Tirkiyê bo ser partiya wan, li Parlamentoya Tirkiyê nerazîbûn nîşan da û got, “Hêzên ewlekariyê di operasyonan de êrîşî nirxên gelê Kurd dikin û dijminatiya Kurdan dikin.”

Wekîlê Serokê Fraksyona Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Saruhan Oluç roja Şemiyê 11ê Kanûna 2021ê  di gotûbêjên derbarê butçeya giştî ya Tirkiyê de bo sala 2022ê, li Parlamentoya Tirkiyê derbarê operasyonên dawî yên hêzên ewlekariya Tirkiyê de bo ser partiya wan rexne li Wezîrê Navxwe û hikûmeta Tirkiyê girtin.

Oluç bal kişand ser operasyona hêzên ewlekariya Tirkiyê bo ser avahaiya partiya wan li navçeya Cizîrê ser bi parêzgeha Şirnexê û nerazîbûn nîşan da. Saruhan Oluç operasyona ser HDPê wek kumpaseke Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu binav kir û got: “Hêzên ewlekariyê di operasyonan de êrîşî nirxên gelê Kurd dikin û dijminatiya Kurdan dikin.”

Ev gotinên Wekîlê Serokê Fraksyona HDPê û operasyona hêzên ewlekariya Tirkiyê bo ser wê partiyê di demekê de ne ku roja 9ê Kanûna 2021ê Suleyman Soylu li Parlamentoya Tirkiyê tiliya xwe ber bi Wekîla Fraksyona HDPê Meral Daniş Beştaş dirêj kiribû, gef li wê xwaribû û gotibû: “Hûn dê êvarî bibinîn, hûn dê serê xwe bitewînin û derkevin."

Piştî van gotinên Wezîrê Navxwe doh 11ê Kanûna 2021ê li navçeya Cizîrê ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kuridstanê polîsan bi ser avahiya rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de girtin û 24 rêveber hatin desteserkirin. Li aliyê din li Silopiyê jî polîsan bi ser çend navnîşanan de girtin û li wir jî 2 kes hatin desteserkirin.

Axaftina Wekîlê Serokê Fraksiyona HDPê Saruhan Oluç:

“Di nav avahiya navçeya Cizîrê de bi awayekî eşkere êrîşî nirxên gelê Kurd kirin. Dijminatiya Kurdan kirin. Çawa? Binêrin, Deniz Poyraz hevaleke me ye ku li Îzmîrê bi awayekî nemerdane hatiye kuştin. Hêzên ewlekariyê wêneyê wê yê bi dîwar ve anîn xwarê û xistin bin lingê xwe. Ev êrîşeke eşkere ye bo ser nirxên gelê Kurd.

Lê tenê ne ev e. Wêneyê Dayika Taybet ya ku 7 roj û 7 şevan cenzeyê wê di sikakê de maye, xistin bin lingê xwe û perçiqandin. Bi awayekî eşkere êrîşî nirxên gelê Kurd kirin. Wan hêzên ewlekariyê tiştên xirabtir kirin. Roboskî belê Roboskî. Wêneyê  34 kesên bi firokeyan hatine kuştin ku piraniya wan zarok bûn, xistin bin lingê xwe, bi vî awayî qetandin û sivikatî bi nirxên gelê Kurd kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst