Galeriya wêneyan

12-04-2022
13 Photos

Li Sêrtê newala çemê Botanê bi hatina demsala biharê bala geştyaran dikşîne. Welatî li ser zinarê bi qasî 400 metre bilind e, wêneyan dikşînin.

Newela çemê Botanê dikeve devera Gundê Kayabogaz ê ser bi navenda parêzgeha Sêrtê ve û bi qasî 4-5 kîlometreyan ji navenda bajêr dûr e.

Bi xebatên Şaredariya Sêrtê Newela çemê Botanê veguheriyê qada bêhnvedanê û ji bo werzîşên xwezayê û wênekêşiyê jî bûye ciheke guncaw.

Wekî din, du şikeftên ku ji aliyê mirovan ve hatî çêkirin li wê derê hene. Ev jî nîşan dide ku berê mirov li wê deverê jiyane.

Foto: Mihemed Kanevî / Rûdaw